Dengê yekemîn Romana Kurdî û rivîna agirê dilê Şivanê Kurdan
Edoyê AgirPêketîVêxistîDadayîŞewitîBerdayî
Min 10 salan berîya niha 20 roman, çîrok û serpêhatîyên Kurmancî yên wek Şivanê Kurmanca, Kela Dimdim, Hawara Dîcleyê, Bîra Qederê, Mirina Kalekî Rind, Sê Roj û Sê Şev, Labîrenta Cinan, Çîyayê Agirî, Siltanê Fîlan û hwd kirine deng (pirtûkên bideng yan audio book), lê ev beşa romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo birastî jî nuwaze û bêhempa ye, çimku tam dişibe fîlmeke hêjayî dehan xelatên navdewletî.
Meriv dema wê dixwîne, wusa zane ku giş bûyerên behskirî wek qewimînek rastîn li pêş çavê merivan diqewimin û meriv dikare tevahîya bûyeran tam wek xwe bîne ber çavan û wan hîs bike.
Erebê Şemo xebatên xwe yên wêjeyî dişibîne “rivîn û tîna agirekî geş”, Kurdên Kurdistanê dişibîne “darê çamê”, neyarên Kurdan dişibîne “gurên çavbirçî û har”, dostên Kurdan dişibîne “seyê sadiq û hevalên qedîmî”, qelema xwe jî dişibîne “firingî yan hesteyê” ….
Lawê Rojê biryara xwe dide, loma jî agir berdide çolistana wêjeya Kurdî û bi şewitandina qirşikmirşikan, şevreşên zivistana wê yên sikîsar, geş û germ dike û vediguherîne buhareke rengîn. Ereb zora tarîtîya hezar salî bi Ronahîya çavê xwenî vekirî dibe.
Bavê Romana Kurdî dibe xwedîyê zarokek agirîn, ku bi êgir dilîze û agir dixe dilê neyarên welêt.
Tenê Erebê Şemo, qedr û qîmeta agir zane, çimku ewî 17 salan sur û seqema Sîbîryayê bi tîna agirê Kurdewarîyê tehemmul dike û nahêle vîna wî lawaz bibe.
Erebê Şemo karê xwe dike, xwe dide hev û hîmê agirgeheke timvêketî ku alavên wê yên germ û geş ji çarnikalên Kurdistanê tên xûyan, datîne.