Jînenigarîya Edo Makûyî
Edo Makûyî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê ye. Endazyarê Kîmyayê ye. Xelkê bajarê Makûyê û li Têhranê dimînê. Ev 15-20 salin ku liser Kurdî bi taybet liser zanistê dixebite. Mijarên zanistî yên derbarê fîzîk, kîmîya, kuwantom, feleknasî û hwd werdigerîne Kurmancî.  Berfireh bibîne >>
Gotarên Dawî

Adar 3, 2019


Xwendevanên hêja, zanisthezên delal û zaniyarên ezîz, bînin ber çavê xwe ku tam 850 salan beriya niha bajareke kevnare wek Ameda rengîn, piraniya alav û amûrên hîdrolîk-otomatîka cîhanê yên bêhempa û bêmînak di nav bedena xwe ya navdar da hêwirandiye û buye hêlek    berdewam

Sermawêz 5, 2018


Amadekar: Edo Makûyî û Memo Makûyî   Navê Zaniyarê Kurd yê herî navdar: Bedî Uzzeman Ebulizz ibni Ismaîlê ibni Rezzazê El-Cezerî. Îsmayîlê Cizîrî “Bavê Robota Cîhanê” (1136-1206 z) yan (1153-1233 z) Bi dîtina min lazim e ku di salnameya Kurdî da rojek wek “Roja Cezerî ” were diyarkirin û di wê rojê da giş xebatkarên ku liser Cezerî sekinîne werin cem hev. Em dikarin liser navê semînar, konferans, civîn, salveger    berdewam

Sermawêz 3, 2018


Edoyê AgirPêketîVêxistîDadayîŞewitîBerdayî Min 10 salan berîya niha 20 roman, çîrok û serpêhatîyên Kurmancî yên wek Şivanê Kurmanca, Kela Dimdim, Hawara Dîcleyê, Bîra Qederê, Mirina Kalekî Rind, Sê Roj û Sê Şev, Labîrenta Cinan, Çîyayê Agirî, Siltanê Fîlan û hwd kirine deng (pirtûkên bideng yan audio book), lê ev beşa romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo birastî jî nuwaze û bêhempa ye, çimku tam dişibe fîlmeke hêjay    berdewam

Gelarêzan 2, 2018


Amadekar Edo Makuyî   Di sala 1964’an da 2 estêrnasên radiyoyî bi navên Arno Penzias û Rabert Wilson, hewl didan sîgnalên nebaş û mizahim yên bekgrandê ji sîgnalên wergirtî yên antena radiyoyiya xwe, jêbibin. Ew wisa dizanîn ku sedema wan noyzên bekgrandê, zîrça kevokan e ku di antena radiyoya wan da hêlûn çêkirine û ewê bi paqijkirina wan karibin wan noyzana jêbibin lê salek şûnda jî, ew noyz dihatin wergirti    berdewam

Rezber 21, 2018


Melle Topizê Fistûman   Ya îlahî, Melle nebin jîn şîn e, Jîna bêyî Melle qîmet nîne! Bêyî Melle jîn diçe ber karesatê, îmandarno!   Baş bizanin Melle ye serçaweya dahatê, Bidine wan şaxên nebatê, Ew in şîraniya heyatê!    Ya rebbî ji bo te dikim hemd û senayê, Tim ji te dixwazim penayê, Dena em ê herne fenayê!    Xwîşk û birayên îmandar!    Mijara me ya vê carê “Mey” e, ev jî ne kêm mesele ye.     berdewam

Rezber 5, 2018


Hevpeyvîna nivîskarê malpera me Edo Makûyî bi lêkolîner, nivîskar, wergêr, helbestvan, zimannas û mamosteyê zanîngeh, Ebdulezîzê Mihemmedpûr bi navê kod, “Daşbendî Mukrî” ra: Edo Makûyî Îsbata Kurdbûna ÎSMAYÎLÊ CEZERÎ “Bavê Robota Cîhanê” bi rîya 150 jêder û belgeyên dîrokî û zanistî di 25 salan berîya niha da (di 1994an da) ji alîyê mamoste Ebdulezîzê Mihemmedpûr (Kalê Rindê 79 salî) va: Mamoste Daşbendî Mukrî,     berdewam