Germahiya Kirîtîk: Critical temperature
Germahiya Kirîtîk: Critical temperature
Dema weşanê: Pûşper 9, 2018, 9:03 Dîtin: 608

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin, malpera me rêzenivîseke nû vekirîye û emê hewil bidin we bidine bawerkirinê, ku bi zimanê kurdî nivîsên derheqa kîmîyayê da jî dikarin ser asteke bilind bêne wergerandin.

Nivîskarê malpera me Bavê Vîna wê her heftê, rojên sêşema bi wergerên ha yên delal va dilê me baristan bike. 

 

Dereceya Germahiya herî zêde ku tê de bi daxistina pestoyê, gaz dikare bibe avîn (liquid). 

substance  critical temperature (oC) 
NH3  132 
O2  -119 
CO2  31.2 
H2O  374 

 

Germahiya rût: Absolute temperature 

Dereceyên Santîgirad(Sîlîsyûs) û Farenhayt, her du jî germahiyên nisbî û girêdayî ne û dereceyên Kelvîn û Rankîn jî germahiyên xwerû yanjî rût in. Yekîneya germahiyê di sîstema Metrîkê da dereceya Kelvîn e. Jixwe Kelvîn, heman Sifra rût, xwerû yan mutleq(absolute zero) di sîstema Metrîk e. Di sifra rût de tu mekîne û alavek elekteronî kar nake çimku enerjiya her tiştekî di sifra rût de pir pir nêzîkî sifrê dibe û tu liv û tevgerek di madeyê de namîne. Dereceya germahiya herî kêm li dinyayê heman -273.15K e. 

K: Nîşaneya dereceya Kelvînê 

F: Nîşaneya dereceya Farenhaytê 

°C: Nîşaneya dereceya Sîlîsyûs yan jî Santîgiradê 

  • 25°C (room temperature) = 298.15K  (Dereceya germahiya odeyê) 
  • 100°C (boiling point of water) = 373.15K  (Xala keliyana avê) 
  • 0K (absolute zero) = -273.15°C  (Sifra xwerû, rût yan jî mutleq) 

 

Gîraweya Mengiyê (Mehlûla Îdeal): Ideal solution 

Taybetmendiyên termodînamîka Mehlûla Îdeal(Ideal Solution) wisa ne:Pestoya Hilma(Vapor Pressure) wê ligorî Qanûna Raoultê tevdigere, Antalpiya(Enthalpy) mehlûlê sifr e û Zerîba Ektîvîteya(activity coefficient) wê kêmzêde dibe jimareya yekê. 

Eger di 2 maddeyên A û B yên nava mehlûlê de, bandordanîna(interaction) mûlûkûlên( molecules) navbera AA, BB û AB kêmzêde wek hev bibin, hingî ew mehlûl, dibe îdeal. 

 

Raoult’s law:  

Pestoya Hulmê ya i  = mole fraction  

Hevkêşeya Clausius-ClapeyronîClausius-clapeyron equation 

Kevaneyên(curves) hulmbûyîna piraniya liquidan dişibin hev. Pestoya hulm bi zêdebûn û hilkişana dereceya germahiyê, zêdetir û mezintir dibe. 

 

P = A exp (- Hvap / R T) 

 

P: Pestoya liquidê,  Hvap: Antalpiya hulmbûyînê û T: Germahî 

A: Neguhera Gazê yanjî Jimareya Avogadroyê ku hejmara perçe, Atom yanjî mûlûkûlên nava her maddeyekî diyar dike.  (symbols: L, NA): 6.02214129(27)×1023 mol−1