Îro roja bavê robota cihanê Cezerîyê kurd e
Îro roja bavê robota cihanê Cezerîyê kurd e
Dema weşanê: Sermawêz 5, 2018, 9:11 Dîtin: 829

Amadekar: Edo Makûyî û Memo Makûyî

 

Navê Zaniyarê Kurd yê herî navdar: Bedî Uzzeman Ebulizz ibni Ismaîlê ibni Rezzazê El-Cezerî.

Îsmayîlê Cizîrî “Bavê Robota Cîhanê” (1136-1206 z) yan (1153-1233 z)

Bi dîtina min lazim e ku di salnameya Kurdî da rojek wek “Roja Cezerî ” were diyarkirin û di wê rojê da giş xebatkarên ku liser Cezerî sekinîne werin cem hev.

Em dikarin liser navê semînar, konferans, civîn, salveger, cejn yan hwd “Bavê Robota Cîhanê” tevî berhemên wî yên nuwaze, bêmînak û bêhempa bi Kurdan bidin nasîn.

Navê Şahesera Mihendisiya Cîhanê:

The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices 

Sala Nivîsîna Şaheserê: 1206’ê zayînî (850 salan berîya niha)

Dahênan: 50 amûr, alav û dezgehên hîdrolîk-otomatîk yên nuwaze û bêhempa

Divê bê gotin ku Cezerî li seranserê Cîhanê wek “Serokê Endazyaran”, “Bavê Rastînê Endazyariyê”, “Bavê Zanista Sîbernetîkê” û “Bavê Endazyariya Mekanîkê” jî tê nasîn.

Al-Jazari, Master Engineer and Father of Robotics

Al-Jazari, The Real Father of Engineering 

Sedema diyarkirina roja 6’ê Berfanbar wek Roja Cîhaniya Cezerî

Sala nivîsandina destnivîsa herî qedîmî ya şaheserê 1206 buye (Osmanê Heskêfî) û Cizîrî bi dahênan û keşfên xwe yên nuwaze, Zivistana siksar û reşotarî ya Cîhana Zanistî veguherandiye Buhareke xweş û rengîn (Serdema Zêrîna Kurdan)

Kurdish Golden Age

 

Herwiha ser vê babetê li vira jî bixwînin:

http://krd.riataza.com/2018/10/06/isbata-kurdbuna-ismayile-cezeri-bave-robota-cihane/