Îsbata Kurdbûna ÎSMAYÎLÊ CEZERÎ “Bavê Robota Cîhanê”
Îsbata Kurdbûna ÎSMAYÎLÊ CEZERÎ “Bavê Robota Cîhanê”
Dema weşanê: Rezber 5, 2018, 9:07 Dîtin: 747

Hevpeyvîna nivîskarê malpera me Edo Makûyî bi lêkolîner, nivîskar, wergêr, helbestvan, zimannas û mamosteyê zanîngeh, Ebdulezîzê Mihemmedpûr bi navê kod, “Daşbendî Mukrî” ra:

Edo Makûyî

Îsbata Kurdbûna ÎSMAYÎLÊ CEZERÎ “Bavê Robota Cîhanê” bi rîya 150 jêder û belgeyên dîrokî û zanistî di 25 salan berîya niha da (di 1994an da) ji alîyê mamoste Ebdulezîzê Mihemmedpûr (Kalê Rindê 79 salî) va:

Mamoste Daşbendî Mukrî, di sala 1940 da li navçeya Mukrîyana Rojhilatê Kurdistanê (navbera bajarên Bokan û Mahabadê) jidayîk bûye. Wî zimanên Kurdî, Farsî, Erebî û Tirkî pir baş zanibû û bi wan zimanana helbest jî gotîye. Mamoste Ebdulezîz mastera ziman û edebîyata Erebî li Têhranê wergirtîye. Lêkolerê Kurd li ser gelek pirsên dîrokî, civakî, felsefî, kelamî, serf û nehv, adab û rusûmatên gelan, zimannasî û rêziman lêkolînên pir pir hêja bi zimanên Kurdî, Farsî û Erebî kirine.

Hin berhemên binavûdeng yên mamoste Daşbendî Mukrî ev in:

Pirtûka herî navdar “Erzîşa Xet û çawanîya kemilîn û dîroka wê” ku tê da behsa hemû alfabe û xetên Rojhilata Navîn kirîye. Mamoste Daşbendî Mukrî di kitêba xwe da bi baştirîn şêwaza zanistî û akademîk behsa xettên Bizmarî, Sûmerî, Îlamî, Akedî, metnên Parsî yên kevnare, metna Sûmerî, xetta wêneyî ya Îlamî, Lewheya Kûroş ya bi xetta Bizmarî, ketîbeya Daryûş li Texti Cemşîd, Ketîbeya Awêne û Mihr ya Daryûş û ketîbeyên serdema kevnare, kirîye.

Wergera pirtûka “Adab û Rusûmatên Ekrad” ku mamosteyê hezarfen, Mehmûdê Bazîdî nivîsîye û Aleksander Jabayê Rûs wê peyda kirîye û birîye pirtûkxaneya Lenîngiradê.

Pirtûka Fiqha Şafeyî.

Pirtûka jîyannameya Îsmayîl Cezerîyê Kurd ku wek Bavê Robota Cîhanê tê nasîn û navdartirîn endazyarê mekanîkê serdema xwe wate di 850 salan berîya niha da bûye û zêdetir ji 50 dezgeh, alav, amûr û kelmelên hîdrolîk-otomatîk cêkirine.

Wergerandina 700 peyv, nav û bêjeyên Kurdî ku Cezerî di navdartirîn pirtûka endazyarîya mekanîkê wate “Elcamiu Beyn ulilmu vel Emel, Elnafiu fî Senayi ulhîyel” da bikar hanîye. Divê bê gotin ku wateyên Farisî yên wan 700 peyvan di wergera Farsîya pirtûka Cizîrî da hatine bikarhanîn. Navê wergera kitêbê ya bi Farisî ev e: Mebanîyê Nezerî û Emelîyê Muhendisîyê Mikanîk der Temeddunê Islamî.

Pirs: Mamoste, yekem car li ku û çawa te navê Cezerî û berhema wî ya herî navdar, bihîst ?

Bersiv: Di sala 1993an li Têhranê di nav pirtûkfiroşîya kesek bi navê Îhsan da bûm, ez di rojên tetîl da diçûm wêderê û bi şagirtên xwenî zanîngehê liser hin mijarên taybet me behs dikir. Kesek kete hindir û ji Îhsan pirs kir, gelo tê karibî taypîst û lîtogirafek baş ji min ra peyda bikî? Kitêbfiroş jê pirsî, jibo çi? Wî got: ya rast kitêbeke zev zef girîng ketîye ber destê me, Wezareta Senayia Giran, liser dixebite û dixwaze wê wergerîne ser Farisî û biweşîne. Îhsan jê pirsî? Navê nivîskar çî ye? Wî got: Nivîskarê pirtûkê, kesek bi navê Cerzerîyê navdar e ku muhendisekî mekanîkê ye û bi eslê xwe Ereb e. Dema ku got: Cezerî! Min lê vegerand: madem Cezerî bûbe, jixwe ew Kurd e û tu eleqeya wî bi Ereban ra nîne, mêrik bi haleteke jixwebawer û bi formeke henekpêker, got: na ne wusa ye û tişteke wiha ne pêkan e… Min jî gotê: niha roj e yan şev? Wî got: roj e, min jî got: Çawa ku niha roj e, hema wusa, wezê îsbat bikim ku Cezerî Kurd e û tu eleqeya wî bi Ereban ra nîne, werhesil mêrik çû û sibetira rojê Îhsan telefonî min kir û got: Kuro dev ji van gotinan berde û bes îddîayên wusa ecêb bike çimku pey te digerin, min jî gotê: keko telefona min ya malê, ya dewsa xebatê û ya zanîngehê bide wan, Îhsan got: na lo?! min got: karê te pê neketîye, tu bide wan, xulese telefona min da wan û piştî 2-3 seetan kesekî telefonî min kir û got: gelo rast e ku te îddîayek wusa sosret kirîye?! Min got: erê, mêrik got: tu dikarî îsbat bikî? Min lê vegerand û got: Ez merivek nînim ku heneka xwe bixwe bikim, tiştê ku ez nikaribim bikim, ez tu carî behsa wê jî nakim, jixwe kesayetîya min rê nade, behsa tiştek bikim ku nikarim wê îsbat bikim.Werhesil gote min: gelo ez dikarim du kesan bişînim wûr? Min got: erê, xulese wî du endazîyar şand ku yek jê Xuceste bû û kesek din jî pê ra bû, ew hatin û ji seet 8ê sibê heya duduyê nava rojê, me behs kir, ew pirs dikirin, min jî bersiv didan. Pişt ra min nexşeya Cizîr, liser kaxizê kişand, Min got: Cizîr, bûye 3 beş, beşek jê ketîye nav sînorê Îraqê, beşek jê li Sûrîyêyê û beşa din jî li Tirkîyeyê ye, lê her sê beş jî Kurdistan e. Min xerîte kişand û da destê wan û ew çûn.Du roj şûn da, kesek din telefonî min kir ku serperestê wan bû, muhendisek bi navê Cevadê Natiq. Wî telefon kir û got: konferanseke me heye, gelo tê karibî werî? Min gotê: divê roja hatinê ez bixwe dîyar bikim çimku ez nikarim xwendevanên xwenî zanîngehê bihêlim û werim konferansê, xulese min wextek dîyar kir û çûm. 7 endazyar rûniştibûn û pirsîyar dikirin, werhesil min bersiva giş pirsên wan da, pişt ra gotin: gelo tê karibî alîkarîya me bikî?min got: çawa?! Gotin: hin peyv, nav û bêje hene ku em nikarin wan wergerînin ser Farisî…….?!

Pirs: Mamoste peyvên navbirî çend hev bûn?

Bersiv: 700 peyvên Kurdî ku kirasê Erebî lê hatibûn kirin û hin jê jî di navbera Kurdî û Farisî da hevrih û hevkok bûn û ew nekarîbûn wan bikin Farisî. Welle min giş peyvên han wergerande ser Farisî û pişt ra ji min daxwaz kirin ku bîyogirafîya Cezerî ji wan ra binivîsim… Xulese girêbestek bi min ra girêdan û min bîyogirafîya Cezerî nivîsî û jibo îsbatkirina Kurdbûna Îsmayîl Cezerî, 150 jêder û belgeyên dîrokî, zanistî û akademîk tê da rêz kirin.Min pirtûk tayp û amade kir ku bidim Wezareta Îrşad ku destûra çapkirinê bidin, ez pir pir liser xebitîm û min xwe gelek westand lê mixabin tam 22 sal e ku Wezareta Îrşada Îranê, pirtûka bîyogirafîya Cezerî, li cem xwe hîştîye û destûra weşana wê nade…..?!

Înşalla van rojana wezê cardin herim cem wezîrê Îrşad ka dikarim micevviza çapkirina pirtûkê werbigrim……?!

Pirs: Gelo we beşa zanistîya pirtûkê, wate mijarên ku behsa mekanîzm û çawanîya xebitîn, şirove û çêkirina wan 50 dezgeh, amûr, alav û kelmelên hîdrolîk-otomatîk yên Cezerî dike jî wergerandîye yan na?

Bersiv: Na, di wergerandina beşa zanistî da, min tenê wan 700 peyv, nav û bêjeyên Kurdî ji Wezareta Senayia Girana Îranê ra kire Farisî û alîkarî da wan. Min di bîyogirafîya Cezerî da xêncî Cezerî behsa Kurdbûna gelek zanîyar, nivîskar, hunermend, lêkolîner, duxtor, mihendiz, estêrnas, felsefevan, dîrokzan û matematîkzanên din jî kirine ku mixabin Fars, Ereb û Tirk wan tevan bi navê xwe qeyd kirine.Min di pirtûkê da ji Şêx Mihemmed Ebdoyê Misto bigire hetta Eqadîyan û Ebdulbasît, navê gelek kesên din jî hanîne. Min di pirtûkê da îsbat kirîye ku Derwaze-Qurana bajarê Şîraz jî bi destê Cezerîyek hatîye çêkirin. Min bi belge îsbat kirîye çimku di xebatên tehqîqî da, eger belge di destê te da tine be, neku te karek baş nekirîye belke te kareke xirab jî kirîye. Min teva bi belge nivîsîye………