Li ser babetên zanistî di zimanê kurdî de
Li ser babetên zanistî di zimanê kurdî de
Dema weşanê: Êlûn 21, 2018, 9:11 Dîtin: 720

Hevpeyvîneke kêrhatî bi nivîskarê malpera me Edo Makûyî ra

 

Îro firsendek çê bû ta ku em li gel mamosteyekî hêja, rêzdar Edo Makûyî biaxivin. Hevpeyvîna Kerîm Mihemednejad bi Edo Makûyî ra li jêr bixwinin:

 

1- Bi nêrîna cenabê te, xebata kurdan li ser nivîsên zanistî heta niha çawa bûye?

 

Bi dîtina min Kurd xwe nedane ber xebatên Zanistî loma jî di warên zanistî û modern de ji gelên din paş mane. Sedema sereke jî ew e ku piranîya Kurdan wusa dizanin ku zimanê Kurdî ji nivîsandina mijarên zanistî ra têrê nake lê rastî ew e ku Kurdîya wan têrê nake, çima ku bi hinek xebat, lêkolîn û hewldan, her kes dikare xwe li behra bêbinî ya zimanê Kurdî wer bike û xwe bigihîne peyv û bêjeyên nuwaze ku pê her mijarek zanistî dikare were nivîsandin.

 

2- Di dema niha de rewş çawa ye?

 

Di serdema atom û fezayê da, gelên ku li ser mijarên zanistî yên wek Kuwantom, Gerdûnnasî û Teknolojîyê hûr û kûr nesekinîbin yeqîn dê nikaribin bandorek baş li ser Cîhanê bikin loma jî em dibînin Kurd di gelek malperên cîyawaz û rindik da dest bi xebatên zanistî kirine.

Wek mînak malpera Felsefevan ku li ser giş mijarên felsefî, bi taybet dîtinên fîlozofên Yewnanî, Ewrûpî û Rojhilatî disekinin, fikir û ramanên wan bi Kurmancîyeke gewr şîrove dikin û radixine ber çavê xwendevanên Kurd.

Herwisa gelek kovarên zanistî yên curbecur yên wek Zarema, Bar û hwd jî ketine meydana xebata bêvegera wêjeya zanistîya Kurdî.

 

3- Nêrîna te li ser pêwîstiya xebata nivîsên zanistî, yan jî em bêjin zanist bi zimanê kurdî, çî ye?

 

Eger em bixwazin zimanê Kurdî nekeve nav lîsta zimanên mirî yên cîhanê, jixwe em neçar in mijarên zanistî yên wek Fîzîk, Matematîk, Kîmîya û hwd wergerînin Kurmancî û bi zimanê zikmakî li ser wan biramin.

 

4- Rola nivîsên ku ser babetên zanistî ne, li ser pêşketina zimanekî çawa ye?

 

Her zimanê ku nikaribe kirasê modernîyet û teknolojîyê li xwe bike, jixwe ew ê di demeke pir pir kurt da ji holê rabibe û tenê di çarçoveya sînordar ya gundan da pê were xeberdan.

 

5- Tu wek kesekî ku gelekî eleqedarê vê mijarê ye, pêşeroja werger yan jî nivîsîna mijarên zanistî bi zimanê kurdî, çawa dibînî?

 

Wer xûyaye nifşa nû girîngiya vê mijara bi bandor pir pir baş fehm kiriye û karê xwe dike ku zimanê xwe ji mirinê bifilîtîne.

Her wek hûn jî dibînin aniha gelek Kurdên zimanhez, zimanzan û wêjehez ketine nav torên civakîyên curbecur û bi xebatên xwe yên biqîmet jê ra xizmetek baš dikin.

Wek mînak, hin xizmetkarên zimanê Kurdî jî bi zêdekirina wateya peyv, hevok û bêjeyên Kurmancî li Google Translator’ê karîne Kurmancî jî lê zêde bikin ku ev yeka han destkefteke pir pir mezin e.

Herwusa gelek kanal, kom û komxebatên zanistî jî li çarnikala cîhanê hatine avakirin ku tê da xebatên pir hêja û kêrhatî têne kirin.

Wek Komxebata Zaravên Têknîkî ya Amedê ku derdora 100 zimanzan, Endazyar, Pispor, Duxtor û wêjehez ji çarnikala dinyayê hatin cem hev û pištî salek xebatên domdar, pirtûkek pir pir biqîmet bi navê Fasîkûl dane derva ku dikare jibo wergerandina pirtûkên zanistî were bikaranîn.

Naxwe Kurd destpê kirine û paşeroja xebatên wan pir pir ronî ye.

 

6- Gotina te ya dawî li ser vê babetê:

 

Bi dîtina min dema Kurd di 850 salan berîya niha da karîne kesên wek Ismayîlê Cizîrî ku wek “Bavê Robota Cîhanê ” tê nasîn û karîye 50 amûr, alav, dezgeh û kelmelên hîdrolîk-otomatîk yên wek pompa avê, Tûrbîn, Saet û hwd çê bike, baştirîn pirtûka zanistî ya Mekanîkê binivîse ku 16 nusxeyên wê yên destnivîs aniha li kitêbxaneyên London, Parîs, Dûblîn, Berlîn, Lîdin, Lenîngirad, Stenbol, Amerîka û hwd de tê xweyîkirin ku bi hemû zimanên cîhanê xêncî Kurdî hatîye wergerandin û îstîfadeyên pir pir mezin jê hatine kirin ji bo terrahî û çêkirina motorên ku bi holmê dixebitin, makîne yan maşîna ihtiraq-daxilî (şewat-hindirîn) û gelek mekanîzmên din, naxwe niha jî dikarin bi zimanê Kurdî, gelek berhemên nuwaze û bibandor binivîsin.

 

malpera ziman, wêje û çanda kurdî: www.dengeronahi.ir