Veguhertina Meriv bi Almasan
Veguhertina Meriv bi Almasan
Dema weşanê: Adar 17, 2017, 9:30 Dîtin: 481

Edo Makûyî

 

Şîrketek Swîsî, xwaliya ku ji şewitandina cendekên merivan dimîne, dike Almas.

 

Piraniya merivan piştî mirinê tên veşartin lê hin jê di agirê da tên şewitandin, hinik tên mûmyayî kirin yan jî tên cemidandin û wan diqerisînin.

 

Lê niha koziya ku ji şewitandina merivan dimîne bi riya tebdîlek kîmyewî ya taybet dikare veguhere forma Almasa birqonekî.

 

Kompaniya Algordanza ku li Rojhilata Swiss’ê ye, xweliya cendeka merivan vediguherîne kevirên biqîmet.

 

Di labaratuwara vê şîrketê da derdora 15 maşînên taybet hene ku 24 seet di rojê da dixebitin û ji aliyê kargerên ku berçevkên wan yên pilastîkî jibo parastina çavan heye, tên bikaranîn.

 

Kargerên şîrketa Algordanza li pişt xetek zer û reş ku jibo rêzgirtin ji miriyan hatiye xêzkirin dixebitin û temaşavan nikarin wan xetan derbas bikin.

 

Cenazeya merivan derdora 2.5 heta 3 kîlo kozî jê dimîne lê ji bo çêkirina Almasê 500 grem xweliya merivan têrê dike.

 

Di prosesa veguhertina koziya merivan bi Almas, despêkê da divê Potasyom û Kalsiyoma ku 85% xweliya merivan jê pêktê, ji Karbonê were veqetandin û cihêkirin.

 

Paşê divê ev Karbon di bin pestoya pir pir mezin û germahiya 1700 dereceya Santîgrad da bimîne ku di vê prosesê da Karbon veguhere Sorba reş, Alotropa Karbon yan heman pêkhateya ciyawaz ya Karbonê.

 

Di merheleya din da, jibo veguhertina Sorba reş bi Almas ku mehkemtrîn û qehîmtrîn Alotropa Karbonê ye, divê di bin fişar û germahiya zêdetir da were xwedîkirin.

 

Dema pêwîst jibo vê prosesa balkêş, 6 heta 8 hefte ye ku bi tu awayî bi prosesa pir pir dirêj ya veguhertina xwezayî ya Almasê ku çend hezar salan dom dike, naye berhevkirin.

 

Dema ev proses bi dawî dibe, hela pêwîstiya Almasa Xav bi tiraş û birqonekîkirinê heye.

Piraniya van almasan bi forma kevirên ku dişibin dilê merivan tên birrîn û meriv dikare jê gustîl û gerdenbendan çêbike.

 

Her Almasek, ciyawaz û taybet e û rengê wê ji şîn heta kêmzêde-spiyê diguhere.

 

Berpirsê vê şîrketê dibêjin ku rengê almasan nîşanderê kesayetiya merivên mirî ne.

 

Îsbatkirina vê yekê ku her almasek ji xweliya kesek taybet çêbuye, ne mumkin e çimku di vê prosesê da DNA’ya merivan tê şewitandin.

 

Lê îza kîmyewiya xweliya cenazeyê miriyan tam di ketina wan ya nav labûratuwarê da tê kifşkirin û qeydkirina wê dibe sedema şopandina pir hêsan ya taybetmendiyên wê.

 

Buhaya qedandina vê prosesê grêdayî kêşa kevirê ( ji 1/4 Qîratê bigre heta Qîratekê) ji 500 heta 4000 Franka Swiss’ê (4400 heta 16700 Dolar) ferq dike.

 

Edoyê KozîAlmas