Xewneke ecêb
Xewneke ecêb
Dema weşanê: Êlûn 5, 2018, 9:11 Dîtin: 666

Gelo jêdera wêjeya Kurdî mizgeft e…..?!!!

Edoyê Makûyî

Şeva din giş wêjevanên qerase hatibûn ber serê min û gilîgazinûloma ji min dikirin. Xanî digot: Lê ka dîwara min..?! Pîrê Eşqê, Mela, digot: Lê ka Şebçiraqa baxê minî Irema Botan…?!

Herîrîyê kal, tiştek nedigot lê xwezî bigota…?!

Feqî bi kalekalonalenal çevê xwe li min cinnû dikir û digot: hey av û hey BinAv, tu çima dihêlî hinek xêrnexwaz rabin û Jan têxine dilê Dostan û jiber xweşkirina dilê Neyaran, jêdera wêjeya zengîna Kurdî ya çend hezar salî bi mizgeftên Erebên qûngû va girêbidin….?!?

Xanî diqîriya û digot: Ka te soz dabû tunê dewsa min Ruhê Melayê Cizîrî bînî, Herîrî Hey bikî û Keyfek We bidî Feqîyê Teyran ku Kurdên bindest hetta bi Ebed bimînin Heyran û Sermest….?!

Eger tu heyfa me venekî emê tu carî emeka xwe ya zaroziman li te helal nekin… De tu û xîreta xwe….!

Jiber ku xewê zor dabû min û nedikarîm razêm, hişê min kete tevgereke bêsekin ku li cumleyek Kurt û Kurmancî bigerim û dilê wan wêjevanên qedîm hêsay bikim.

Dawîya dawî min cumleya xwe dît:

Jêdera zanîn, xebat û pisporîya EloDîno, SEDASÎMA ye û hew…?!

Xanî, Mela, Feqî û Herîrî bi bihîstina gotina minî pirwate, kena zik bûn û gişa devliken, rûliken, çevliken û dilbiken ketin rê û li ber çevê min wunda bûn…..

Edoyê BêSedaBêSîma

Liser mijara pir pir girîng ya ku mixabin piranîya Kurdan jî wek Jan Dost difikirin û îddîa dikin ku jêdera wêjeya Kurdî mizgeft e, dîtina min ew e ku mesele tam berowajî wê ye çimku eger wisa ba jixwe hetta niha malik li Kurdîyê xera bûbû û Erebî hatibû dewsa wê (tam wek Misrîyan ku jiber serdestîya Ereban û ola wan tu tişt jê nema û bi temamî helyan û asîmîle bûn) lê şikirjixwedê wusa nebûye… yanê camêrên me nehiştine û bi avakirina medreseyên Kurdî bûne sedema pêşketina ziman û wêjeya Kurdî.

Ev jî jêderek liser hejmar û çawanîya medreseyên Kurdî, zanîyarên wûr û kitêbên wanî dersan. Helbet divê bê gotin ku ol bandora xwe lê danîye, lê ya rast jêderka wêjeya Kurdî, mejîyê wan camêran bûye nek mizgeft….

Ez bawer nakim Firansî jî wek me jêderka wêjeya zengîna Firansî bi Dêrê va girê bidin…

Min nivîsa Jan Dost û hin kesên din ku wek wî difikirin xwendîye, jixwe normal e kesek wek Jan Dost ku kalê wî Sofî, Kalkê wî Şêx û bavê wî Melle bûbin û bi gotina wî bixwe MIZGEFT ava kiribin, jêdera wêjeya Kurdî ya ku te bixwe negotî 3-4 hezar salî ye, têxe çarçeveya teng, sînordar û nezanistîya pir pir kêmtir ji 1400 salî…..?!?

Ew ji 5 salîya xwe da dersa olî wergirtîye…. mejîyê wî olî perwerde bûye û hwd

Jixwe bandora ol û oldaran liser wî, dîtin û lêkolînên wî pir pir eşkere û xûya ye û ew bixwe jî li hevpeyvîna jêrê da vê rastîyê tîne zimên:

http://diyarname.com/news.php?Idx=2603

Bi dîtina min dibe ku nebîçirçirkên Jan Dost, karibin xwe sedîsed ji bandora hûr-kûr-dûra oldarîya malbatî, civakî û hukmetî xilas bikin û lêkolînên akademîk û bêalî bikin …..

Ez Jan Dost, wek Kurdek wêjehez, romannivîs û xebatkar pîroz û bimbarek dikim lê wek lêkolînvanek serketî tu carî wî nakim jêder çimku bi nivîsa navbirî îsbat kir ku ev yeka han HEQ nake……

Edoyê JanDostWêjeHez

 

Jêder:

Ev jî hin nivîsar û jêderên dîrokî ku behsa hebûna rojname, medrese û navendên perwerdehiya Kurdî û bandora wanî pir pir mezin liser pêşketina wêjeya Kurdî dikin:

https://ku.wikipedia.org/wiki/Kurd
Hermîpos
Hermîpos ku di sedsala sêyem a berî zayînê de jiyaye û hevçerxê
Hexamenişiyan e dibêje: “Pirtûkeke îraniyan heye ku navê wê Avesta ye
û bi zimanê Medî hatiye nivîsîn.”[çavkanî pêwîst e]

Li gorî dîroknasê yewnanî Heredotos
Heredot dîroknasê bi nav û deng ê Yewnanî di Dîroka xwe de nivîsiye:
“Diyako damezirînerê rêzepaşayetiya Medî berî dadpirsînê, şikala
(hizirname) xwendiye.”[çavkanî pêwîst e] Kteziyasê yewnanî ku bijîşkê
qesra Erdeşîrê babek bûye, di pirtûkek mêjûyî de nivîsiye û tê de
behsa rojnameyên qesr û derbarên şahan de dike.

Ev yek ji me re vê ronî dike ku di wê serdemê de jî bûyerên wê demê di
rojnameyên der barî û yên girêdayî qesrê de hatine tomarkirin.
Ksenofonê yewnanî jî di pirtûka xwe ya bi navê “Perwerdekirina Kûriş”
de behs û dabaşa hebûna dibistan, xwendin û perwerdehiyê ya li Îranê
dike. Her wiha Eflatûnê zana, Plotarîkê mêjûnûs û çend mêjûnûsên din
jî der heqê vê yekê de gelek tişt nivîsîne.

Ew beşa “Tewratê” ku bi zimanê hexamenişînî hatiye nivîsîn, dabaş û
behsa yasa, xwendin, nivîsîn û çanda medan dike. li gorî van belgeyan
derdikeve holê ku li Kurdistanê nivîsîn, xwendin, sikala, rojname,
şaristaniyet, dadgeh û dadpirsîn hebûye. Her wiha neteweya kurd
xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye. Û her wisa bûye
sermeşqa pêşketin, çand û hunerê, ji hemû neteweyên ku cîhan pêk
anîne.

Her wisa piraniya cih û warên pêşiyên me, ji ber sedema derbasbûna
demê têk çûne. Ligel wê jî lat û textê kevirên Bêstûn, Serpêla Zehaw,
textê Silêman û şûn û warên din ên ku li Kurdistanê mane, girîngtirîn
belgen e ji bo nîşandana jiyan û şaristaniyeta neteweya kurdan.

Ji ber hindê kurdan jî gelek medreseyên ku perwerdehiyê bi zimanê kurdî dikirin ava kirin.

Medreseya Kurdî a herî pêşên di sadsala 10’an de sala 950’an de li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Hamedanê hatiye avakirin.

Di medreseyên kurdî de pirraniya pirtûkan bi zimanê erebî bûn, lê alimên kurdan evan pirtûkan dizivirandin zimanê kurdî û hînê telebeyan dikirin. İcar bi vê şeklê ve zimanê kurdî pêşve diket. Di medreseyên kurdî de telebeyên kurd tevê kurdî, erebî û farisî jî hîn dibûn.

Di medreseyê kurdî de dersên Quranê, tefsîr, siyer, fiqih, kelam, mantiq, wêje, felsefe, astronomî, tib, fizîk, matematîk û hwd dihatin dayîn.

Zanyarê kurd herweha bavê robot û sîbernetîkê ku îro van herdu bûjenan dinyayê li ser nigan ragirtine, projeya wan ji aliyê Îsmaîlê Cizîrî ve di Medreseya Kurdî de hatiye çêkirin. Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Her waha Medreseyên kurdan zimanê kurdî, çanda kurdî û wêjeya kurdî li ser pêya dane hîştin.

Medreseyên Kurdistanê yên navdar Biguherîne
Medresa Sitrabasê (Diyarbekir),
Medreseya Sor (Cizîra Botan),
Medresa Bazîdê,
Medreseyên Bedlîsê; Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiye.
Medresa Hîzanê,
Medresa Miksê,
Medresa Bêdarê,
Medresa Findika Botan,
Medreseya Axtepeyê,
Medresa Norşînê,
Medresa Hawêlê,
Medresa Heskîfê,
Medresa Amêdiyê û bi sedan medreseyên wisa yên din.
Zanyarên kurd yên medreseyên kurdî Biguherîne
Di medreseyên Kurdistanê gelek zanistvan, alim û wêjevan derketine, her yek li gorî hêza xwe li wêje û zimanê kurdî xwedî derketiye û bi pêş xistine. Çend kesên ku di medreseyên Kurdistanê de perwerde dîtine û xizmeta zimanê kurdî û zanistê kirine ev in:

Baba Tahirê Uryan, (938 – 1020)
Evdilsemedê Babek, (972 – 1020)
Elî Herîrî, (1009 – 1077)
Îsmaîlê Cizîrî, (1153 – 1233)
Melayê Batê, (1417 – 1491)
Melayê Cizîrî, (1570 – 1640)
Feqiyê Teyran, (1590 – 1660)
Eliyê Teremaxî, (1591 – 1653)
Selim Silêman, (1586 – ?)
Şêx Şemsedînê Exlatî, (1588 – 1674)
Ehmedê Xanî, (1650 – 1707)
Îsmaîlê Bazîdî, (1654 – 1709)
Mele Mehmûdê Bazîdî, (1797 – 1863)
Mele Xelîlê Sêrtî, (1754 – 1843)
Mele Yûnisê Erqetînî, (? – 1785)
Miradxan, (1736 – 1778)
Pertew Begê Hekarî, (1777 – 1841)
Mewlana Xalid, (1773 – 1826)
Feqe Reşîdê Hekarî, (1725 – ?)
Şêx Evdirehmanê Taxê, (1831 – 1886)
Evdirehmanê Axtepî, (1850 – 1905)
Şêx Fethullah Werqanisî, (1847 – 1900)
Seîdê Nûrsî û gellekî zanyarên mezin yên kurd di van medreseyan de xwendine.
Pirtûkên kurdî yên medreseyan
Meqamet
Mewlûda Kurdî
Eqîda Îmanê
Eqîdeya Îslamê
Erdê Xweda
Ey Avê Av
Nehc-ul Enam
Nûbihara biçûkan
Serfa Kurmancî
Qewlê Hespê Reş
Tiba Melayê Erwasê
Adetên kurdan
Gulzar
Şêrên Fîlozofî
Kîtaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan
Şêxê Sen’an
Sirmehşer
Iqdê Durfam
Zurûf
Rewdneîm
Dewr û Gera Kurdistanê
Mîrsad-ul Etfal (Ferhanga Kurdî-Farsî)
Mele Mehmûdê Bazîdî di nîveka sedsala 19an de bi taybetî behsa pênc heb (“Tesrîfa Kurmancî”, “Nûbihara Biçûkan”, “Mewlûd”, “Zurûf” û “Terkîb”) pirtûkên kurdî kiriye û gotiye ku ev berhem di medreseyên Kurdistanê de tên xwendin.

Riataza