Zanist bi kurdî xweş e -29
Zanist bi kurdî xweş e -29
Dema weşanê: Befranbar 14, 2018, 9:02 Dîtin: 452

Amadekar Edo Makuyî 

5-Ji Muxtarulseltenê ra gotin: li Têhranê, mast pir buha bûye. Wî ferman da ku erzan bikin. Pištî demekê kurt Muxtarulsetene kete dikaneke Têhranê û wek mišterîyeke normal, dewa mastê jê kir.

Mastfiroš ku wî nas nekiribû, jê pirs kir: mastê ku tu dixwazî, çi cure be?

Mastê baš yan mastê Muxtarulseltene!

Wî matmayî derbarê her du cureyên mastê, pirs kir.

Mastfiroš got: mastê baš, heman mast e ku ji šîr tê girtin, tê da av tine ye û bi buhayê ku em xwe hez dikin, tê firotin.

Mastê Muxtarulseltene jî ev dewê ber dikanê ye ku ji nîvî zêdetir av e, yê mayî jî Mast e û em wê bi buhaya ku Muxtarulseltene gotîye, difrošin. Tu kîjanî dixwezî?!

Muxtarulseltene ferman da ku mastfiroš bibin û li pêšîya dikana wî, serkelle darda bikin û doxîna šapkê wê li dora kembera wî mehkem bišidînin. Pašê hemû mastên nebaš ji delinga wî berdine nav šêpik û wî hema wisa bihêlin cîda ku giš ava nav mastê ji šapikê wî dilop dilop derkeve derveyî šêpik!

Dikandarên din ku bi vê yekê hesyan, bihecîn û hemû mastên xwe xistin nava torbeyan !

Edoyê TorbeGenî

 

6-Van 4 tištan tu carî jibîr mekin:

Hûn nikarin alîkarîya hemû kesî bikin

Hûn nikarin her tištî biguherînin

Hemû kes, dê ji we hez nekin

Hûnê nikaribin hemûyan razî bihêlin

Loma jî bi her awayê ku hûn bixwe hez dikin, bijîn

Edoyê bîrKER

 

7-Ji mezinekî/ê ra gotin:

Tu jibo terbîyeta Zarokên xwe çi dikî?

Wî/ ê got: Tu tišt…….!

Gotin: meger dibe?

Naxwe çima Zarokên te wisa (ewqas, hiqas)baš in?

Jê wegerand: Ez di terbîyet û perwerdeya xwe da mijûl bûm ku bikarim ji wan ra jî bibim sembolekî/ê çê(baš, qenc, rind).

Zarok, tenê rastîya gotin û durustîya kiryarên dêbavê xwe dibînin nek bike-neke’yên wanî beredayî û bêwate ku bixwe jî bawerîya wan pê tine ye…….

Edoyê Bêterbîyet