Zanist bi kurdî xweş e -38
Amadekar Edo Makuyî
Wolfgang Ernst Pauli, bi riya Zanista Fîzîkê, Teoriyeke girîng ya
Felsefevanan îsbat kir û Xelata Nobelê wergirt
Wolfgang jiber keşfa qanûna, Esla İnhisariya Pauli ku kêfa Albert
Einstin jî pir jêra hatibû, di sala 1945’an da, xelata Nobela Fîzîkê,
wergirt.
Pauli, dibêje: Her tiştekê, irtiaş û hejheja wê, taybet bi wê bixwe ye
û hejheja tu maddeyekê naşibe irtiaşa tu maddeyeke din. Her
Elekteronek, xwedî 3 taybetmendiyên jêrê ye:
Level yan rûxara (seth) Enerjiyê
Zivirîn (Çerx)
Vedor yan heman Medar
Fîzîkzanan jî ligor wan her 3 taybetmendiyên jorê, Jimareya Kuwantoma
her Elektronekê, hesav dikin.
Pauli, dibêje: Kes nikare li cîhanê, 2 Elektronên ku Jimareya
Kuwantoma wan wek hev bin, peyda bike, ev yek mumkin nîne.
Paulî jibo şirovekirina qanûna xwe, mînaka jêrê tîne:
Em sêvekê hildidin û ji nav zêdetir ji milyardek Elektrona hindir wê,
tenê em yek jê hildibijêrin…. Werin em navê wê Elektronê, daynin
Erîk.
Jimareya Kuwantomiya Erîk, jimareyeke pir pir dirêj e, lê jibo ku karê
me hêsan bibe, em wisa bizanin ku ew jimareya mezin, 23 ye. Pauli,
îsbat kir ku li tu dera dinyayê û li stêrkên nava gerdûnê da jî, ne ku
tu sêveke din, belku tu tişteke din jî peyda nabe ku Elektrona wê
xwedî jimareya Kuwantomiya 23 be.
Niha, eger em perçe yan pîneyek hildin û pê pîneyê, sêva han paqij
bikin, ji mizdan û istikaka ku pêktê, enerjiyek berhem tê û ev enerjî,
dibe sedema zêdebûna jimareya Kuwantomiya Erîk û wek mînak ew dibe 26.
Û tam di wê demê da, elektrona ku jimareya kuwantoma wê 26 e, destbi
guherînê dike û ya ecêb ew e ku di cîhanê da tenê elektronek heye ku
xwedî jimareya kuwantoma 26 e.
Cîhana me, jibo ragirtina hevkêşe û balansa xwe, gav bi gav û di her
demekê da, xeml, pêkhate û pergala xwe diguherîne. Pauli, bi
îsbatkirina vê mijarê, xelata Nobelê ya warê Fîzîkê wergirt û got:
Eger her elektronek, xwedî hejhej yan irtiaşa taybet bi xwe be, hingî
her tişt û zerreyeke dinyayê, xwedî hejheja taybet bi xwe ye.