Zanist bi kurdî xweş e -40
Fonksiyona Pêlê ya gîştî,
Werger: Edo Makuyî
Ev esl dibêje ku Fonksiyona Pêlê ya gîştî, jibo 2 Fermion’an, divê
sedîsed dijmuteqarin be. Yek ji encamên pir grîng ya esla Paulî, ew e
ku jibo Fermion’an tu çigaliyekê tune ye(bi çigaliya Bos- Einstein ra
bidin ber hev).
Qayîdeya Pauli, yek ji grîngtirîn eslên fîzîkê ye, çimku her 3 cureya
zerreyên ku maddeya normal jê pêktê – Elektron, Proton û Notron’an jî
ligor wê eslê tevdigerin. Loma jî zerreyên maddî, fezayê dadigirin û
wê îşqal dikin. Esla Paulî, gelek taybetmendiyên maddeyê, ji xweragirî
yan seqamgîriya maddeyan di pîvana mezin bigire hetta hebûna Cedvela
Tenavubiya Unsuran, şirove dike (Periodic Table of elements).
Vedor yan Spina hemû fermion’an, nîvdurust e, yanê Liva Goşeyî ya
taybet bi wan heye:
Zerreyên ku vedora wan jimareya durust yan sehîh e, Boson tên
bilêvkirin û Fonksiyona Pêlê wan, muteqarin in. Esla Pauli, jibo
Boson’an, nagunce loma jî haleta kuwantomiya çend Boson’an, dikare wek
hev be. Foton, Bosonên W û Z, û cotên Cooper, mînakên Boson’ê ne.
Esla Pauli, gelek fenomenên Fîzîkî, şirove dike. Yek jê jî, hebûna
layeyên elektronî di etoman û qayîdeya parvekirina elektronan e. Her
etomeke bêbar û xunsa, xwedî çend elektronan e û jiber ku elektron jî
fermion in, loma jî esla Pauli, nahêle ku hemû elektron di cihekê da
berav bibin, loma dê elektron yek li pey ya din, cih bigirin. Jiber vê
yekê ye ku unsur yan elementên kîmyewî yên cihê, pêktên û grêdan û
pêwendiyên navbera wan, evqas cihêreng dibin.
Wek mînak, di etoma Helium’ê da ku xwedî 2 elektronan e, herd elektron
jî dikarin jêrtirîn haleta enerjiyê(1s) dagîr bikin, lê divê ku
vedorên wan muxalif bin. Jiber ku vedor jî parek ji haleta kuwantomiya
etomê ye, loma jî hebûna van elektronan di nizmtirîn haleta enerjiyê
da, li dijî esla Pauli’yê nîne. Lê vedor yan spina elektronekê, tenê
dikare xwedî 2 rewş û haletan be, loma jî di etoma Lithiumê da ku
xwedî 3 elektronan e, elektrona sisyan nikare di rewşa paye da cih
bigire û divê ku yek ji haletên pirenerjîtir(2s) dagîr bike. Her wisa
elektronên elementên din jî neçarin ku level yan rûxarên jortir yên
enerjiyê dagîr bikin. Taybetmendiyên kîmyewî yên etoman, zêdetir,
grêdayî hejmara elektronên layeyên lap jorê ne. Ev yek bû sedema
pêkhatina Cedvela Tenavubiya Unsuran.
Jêder: Pirtûka Cîhana Holografîk