Zanist bi kurdî xweş e -42
Zanist bi kurdî xweş e -42
Dema weşanê: Pûşper 18, 2018, 9:02 Dîtin: 516

 

Teoriya Nisbiyeta Giştî

Amadekar Edo Makuyî

Nisbiyeta Gîştî, jibo herikînên ku di dema herikîna wan da, sureta wan
diguherin yan jî leza wan tê guhertin, tê bikaranîn. Leza Kêşa erdê, g
ku heman 9,81m/s e jî, yek ji cureyên lezê ye. Nisbiyeta gîştî
girêdayî lezê ye nek herikînê. Teoriya ku behsa cirmên xwedî leza kêş
û navendî dike ye. Bi gîştî, li her dera dinyayê ku cirmek di cihên
vala da hebe, sedîsed li derdora wê, lezek kaşok jî heye ku mezinahiya
wê girêdayî baristeya wê cismê ye. Bi gotineke din, li derdora her
cismekê, lezek heye. Nisbiyeta gîştî jî liser wan lezana disekine û
dide zanîn ku bi dûrbûna her cismekî ji rûxar yan setha gerstêrkekê,
derbasbûna demê jê ra hêdîtir dibe.

Wek mînak, eger em kamerayek
daynin ser saeta xwe û jê fîlm, bikşînin û yeke din jî daynine ser
saeta kesê/a ku hildikişe jorê, ji erdê vediqete, ber bi esmîn diçe û
em her du fîlmên han, di perdeyeka televizyonê da nîşan bidin û bidine
ber hev, emê pir eşkere bibînin ku saeta ser erdê pir bileztir ji ya
derveyî atmospherê dixebite. Encamên nisbiyeta gîştî pir balkêş in û
îmkana pêkhatina wan jî dikare li labarutawaran, were ceribandin. Wek
mînak, ronahiya ku digihîje derdora stêrgeke giran, hinek ber bi aliyê
wê kaş dibe, ji riya xwe derdikeve û jêbadan diqewime. Reşçal (Reşçal:
eger mezinahiya stêrgek çend qasî Rojê be û hemû ardû yan şewatokên
xwe şewitandibe, jiber hêza cazibeya xwe ya pirbihêz, bariste yan
çiriya xwe di nav xwe da digivişîne, dide ser hev û çaleke reş ku
dişibe qîfan(Forma Şeytanokî), jê çêdibe ku (hêza cazibeya wê pir pir
mezin e û tu ronahî jî, nikare jê bifilite) jî ligor vê taybetmendiyê,
tevdigerin. Cirm yan çiriya wan, ewqas giran û hecma wan ewqas biçûk e
ku dema ronahî, ber ra derbas dibe, dikeve nav û îdî tu car, nikare jê
derkeve.

Riya me hemuyan, jibo carek jî bûbe, ketiye dukanên ku saetan difroşin
û me gelek saetên biçûk û mezin dîtine ku li ser 10:10 deqeyan, tenzîm
bûne lê me tu carî nepirsiye, çima! Albert Einstein, di teoriya
nisbiyeta taybet da, li ser hereketa lezdar nesekinî û pey
şirovekirina kêşa erdê neket. Ew behsa mijarên teoriya nisbiyeta
gîştiya xwe ku yekem car hatibûn weşandin, kir. Teoriya nisbiyeta
gîştî bû sedema guhertina çawaniya şirove û dîtinên berê yên liser
kêşa erdê û di vê teoriya nû da, hêza kêşa erdê wek taybetmendiyeke
fezayê hat dîtin nek mîna hêza di navbera cirman da, yanê tam berevajî
tişta ku Newton gotibû!

Di teoriya wî da, feza di kêleka maddeyê da
hinek ditewe. Bi gotineke din, cirmên heyî, rê yan jî kêmtirîn
bergiriya nava kevaneyan, hildibijêrin. Fikra Albert Einstein, pir
ecêb bû lê dikarî bersiva qewimînên ku qanûna siqla Newtonê nedikarî
wan şirove bike, bide. Gerstêrka Uranus, di sala 1781’an da keşif bûbû
û bazineya (medar yan vedor) wê ya li dora Rojê hinekî ecêb yan jî
xilloxwar bû!