Zanist bi kurdî xweş e -43
Zanist bi kurdî xweş e -43
Dema weşanê: Pûşper 30, 2018, 9:01 Dîtin: 509

Amadekar Edo Makuyî

 

Zêdetir ji 50 salan, liser vê meselê behs hatibûn kirin. Ligor qanûna Newtonê, diviya ku cazibe û hêzek, bandorê lê bikira. Bi gotineke din, diviya ku gerstêrkeke mezin di aliyê din yê Uranusê da hebiya ku ev
yeka han normal bihata dîtinê.

Di sala 1846’an da stêrnasê Almanî, kameraya xwe danî ser nuqteya ku Le verrier, gotibû loma jî
gerstêrgeke nû li wêderê dît ku paşê navê Neptonê lêkir. Nêzîktirîn nuqteya vedor yan medara gerstêrka Mercury yan heman Tîr bi Rojê, li her dor û zivirîna xwe ya salane, dihate guhertin û ev guhertin tu carî, 2 caran di nuqteyeke taybet da nediqewimîn.

Stêrknasan wisa dizanîn ku ev tevlihevî û nerêkî jiber guhertina hêza kêşa gerstêrkên nêzîkî Etarudê ne! Mezinahiya ladan yan jêbadana medara Tîrê, 43 saniye qews bû. Ev hereket di sala 1845’an da ji aliyê Le Verrier’ê hate têderxistin, lê di dawiya dawî da bi riya teoriya nisbiyeta gîştiya Albert Einsteinê, hate şirovekirin.

Teoriya nisbiyeta gîştî nîşan da ku ligor hendeseya neoqlîdosî(Non*Eukleides) û tam berevajî teoriya Newtonê, Hezîz yan Perihelion’a her cismekî zivirok, xwedî hereketekî taybet e. Dema ku formûlên Albert Einstein, liser gerstêrka Mercury hate bikaranîn, derket holê ku guherînên hezîza wê tam ligor formûlan e. Gerstêrkên ku mesafeya wan ji Rojê, zêdetir ji mesafeya Tîr heya Rojê ne, cihguhertina hezîza wan hêdîhêdî zêdetir dibe.

Balkêştir ji fenomenên jorê, 2 mijarên nû bûn ku tenê teoriya Albert Einstein, dikarî wan pêşbînî bike. Ya yekem ew bû ku bi dîtina Albert Einstein, qada megnetîka pirbihêz, dibe sedema kêmbûna lerizîn û hejheja(irti’aş) etoman. Ev yek jî daketina leza guherîna cihê xêzên spectruman ber bi aliyê rengê sor erê dike! Dema stêrkek pir pir germ û kelok dibe, ligor formûlên berê, ronahiya wê divê ku şîn be, lê di pratîkê da sor e, gelo emê li ku karibin tîna mezin û hêzên kêş yên pirbihêz, peyda bikin, bersiv, Kinikên Sipî ne.

Zaniyaran destbi lêkolînên berfireh liser teyfên kinikên sipî, kirin û cihguhertina ku hatibû pêşbînîkirin, bi çavê xwe dîtin! Navê wê guhertina cihan, cihguhertina Albert Einstein, danîn. Albert Einstein digot ku meydana kêş dibe sedema ladan û jêbadana şuayên ronahiyê, lê gelo ev yek dikare bê ceribandin.

Eger stêrkek di pişt Rojê da, tam di imtidada rûxara wê da be, di dema Kusûfa Rojê da bê dîtin û em dewsa wan ligor dema ku em Rojê tune hesav bikin, bidin berhev, hingî dê ladana ronahiya wan misoger be. Tam wek dema ku hûn tiliyên destê xwe li ber çavê xwe û di mesafeya 8 santîmetriya wê da daydidin û carek bi çavê çepê û carek din jî bi yê rastê, lê mêze dikin, ji we tirê dewsa tiliyên we tê guhertin, lê di rastiyê da ne wisa ye û ew di dewsa xwe
da ne!