Zanist bi kurdî xweş e -46
Zanist bi kurdî xweş e -46
Dema weşanê: Gelawêj 15, 2018, 9:02 Dîtin: 553

Hin Encamên Teoriya Nisbiyetê:

Amadekar Edo Makuyî

Einstein bi teoriya nisbiyeta taybeta xwe nîşan da ku, her 3 qanûnên
Newtonê, tenê di şertên taybet da, ew jî teqrîben rast in nek bi
temamî, çimku dema leza ecsam zêde dibe û digihîje leza ronahiyê,
hingî bi tu awayî, qanûnên Newtonê, nikarin jê ra bên bikaranîn û
encamên wê pir ji rastiyê dûr in. Teoriya nisbiyeta gîştiya wî jî,
nîşan da ku teoriya Newton ya liser qanûna cazibeya gîştî jî, pir rast
nîne û di meydanên cazibeya pirbihêz da, formûla Newtonê dikeve ber
behs û gengeşiyên ciddî.
Lêkolîna ser hereketa gerstêrka Mercury li dor Rojê, ji mêj va ye ku
bala stêrnas û fîzîkzanan kişandibû ser xwe. Pirsgrêk dema destpêkir
ku stêrnasan têderxistin ku sefheya ku Etarud tê da li dor Rojê
dizivire, bixwe jî hereketa wê heye. Ev hereket pir bi zelalî tê
dîtin.
Pîvandinên grêdayî hereketa Mercury’yê, nîşan didin ku ev hereket di
her sedsalekê da, 43 saniye ye(Li vir mebest ji saniyeyê yekeya
pîvandina kevanekê ye ku dibe 1/3600 dereceyan). Her çend ku 43 saniye
di 100 salan da, pir pir kême bitaybet jibo salekê, lê qanûna cazibeya
gîştiya Newtonê, nikare wê şirove bike.
Newton digot ku ronahî di riyek dîrekt da hereket dike lê Einstein,
nîşan da ku eger cismek xwediyê meydaneke cazibe ya pir mezin be û
ronahî ji kêleka wê derbas bibe, hingî ladan û jêbadan ji mesîra Rojê
diqewime.
Mijarên din ku meriv dikare ji qanûna nisbiyeta gîştî, derxe, ew e ku
ronahiya stêrkên ku meydanên megnetîka wan pirbihêz in, di dirêjahiya
pêlên wan da, di nav riya ku ber bi erdê va tên, guhertin çêdibe. Ev
bandor ku jê ra Red Shift, dibêjin dibe sedema mezinbûna dirêjahiya
pêlên ronahiya van stêrkan. Ev mesele ku dîsa bi qanûnên Newtonê naye
analîzkirin, bi riya hevkêşeyên teoriya nisbiyeta giştî, pir hêsan tê
modelkirin.
Gelo Erd di çaleke Feza* Zeman da cih girtiye?
Dem û feza, ligor teoriya nisbiyeta Einstein, bi hevodin ra hatine
hûnandin û bûne sedema çêbûna pêkhateya tar û pûdî ya çaralî(4D) ya bi
navê Feza-Zemanê. Bariste yan çiriya pir mezin ya erdê, buye sedem ku
ev pêkhate, bi forma çalekê were xuyan. Wek kesekî/ê giran ku di
nîveka doşikek bi bayê dagirtî, rûniştibe(Her çend ku em tewîn, çemîn
yan kevanekên Feza* Zemanê yên wiha, bi piranî li derdorên baristeyên
pir giran û zev givaştîtir yên wek Reşçalan, Stêrkên Notronî û Kinikên
Sipî, dibînin lê eger em hûr û kûr û bi diqqetek zêdetir li diyaspora
derdora ecramên ku baristeyên wan kêmtir in yên wek erdê, binêrin û
liser wan bisekinin, emê karibin çemîn yan tewînên Feza*Zeman yên ku
baristeya erdê buye sedema wan, pir baş bibînin ).
Ligor teoriya nisbiyeta gîştiya Einsteinê, hereketa ecsam di pêkhateya
tar û pûdî ya Feza* Zemanê, pêktê. Yanê cism di dema ku hereket dike,
ew di bin bandora forma Feza*Zemana ku tê da ye, dimîne. Ligor vê
teoriyê, kêş yan giraniş dibe sedema guhertina forma pêkhateya
Feza*Zeman û di encama wê da, hereketa cism jî jiber meydana kêşa
erdê, tê guhertin. Bi gotineke din, ligor Einstein, kêşa erdê,
hereketa ecsam di mesîra tewyayî ya pêkhateya Feza*Zeman ya li dora
cisma giran e. Yanê dema ku erd di vedorek da li dora Rojê dizivire
ligor nisbiyetê, jiber kevaneka Feza*Zeman ya li dora Rojê, ev yek
pêktê.
Eger erd neguherbar û sabit biba, hingî tu pêwîstiyek jibo lêkolîna
han tune bû, lê jiber ku erd li dora xwe dizivire, loma ev çemîn jî
divê bi erdê ra, bizivire. Erd bi badan û alandina hêdî ya pêkhateya
Feza*Zemanê ya li dora xwe, wê dike wek pêkhateyeke zivirokî ya
çendalî? Ev yek jî buye sedema şandina Satelite’a GP-B ber bi fezayê
ku divê liser kêşa erdê, lêkolîn û pîvandinên pêwîst bike.

Jêder: Malpera Hefttîr ya Farsî û Wikipedia
Wergêr: Edo Makuyî, Endazyarê Kîmiyayê, Ji zanîngeha Dewletê, salên 1997-2000

http://forum.haftir.ir/thread-1954.html
https://en.wikipedia.org/wiki/Albert_Einstein
http://www.zoomit.ir/articles/etc/21166-einistein-and-relativity

Riataza