Zanist bi kurdî xweş e -47
Zanist bi kurdî xweş e -47
Dema weşanê: Gelawêj 29, 2018, 9:02 Dîtin: 479

Big Bang, Xwexwe avabûna Gerdûn û Teoriyên Stephen Hawking

Amadekar Edo Makuyî

Zanista mirovan, gihîştiye asteke wisa ku bikare şiroveyên grîng liser
gerdûnê bike. Gerdûna derveyî xeyalan, terikî û bêsînor. Stêrkên
bêhejmar yên ku hûn li esmanê dibînin, tenê 3 hezar ji 300 milyar
stêrkên kehkeşana Kadizê ne. Di gerdûnê da derdora 100 milyar kehkeşan
hene. Mirovahî timotim jixwe pirs kiriye ku: Gelo ev gerdûn ji berê va
jî wiha buye, yan jî her tişt ji cihekê û ji nişkava çêbuye.

Têderxistin û keşfa vê yekê ku gerdûn bi derbasbûna demê ra berfireh
dibe, di destpêka sedsala derbasbuyî da, bû sedema mitalan. Ligor
keşfa fîzîkzanan, diviya ku gerdûn di dema berê da û ji mezinahiyeke
pir biçûk va, jidayik bûba. Mijara ku behsa destpêka gerdûn û
sosretbûna mezinahî û çawaniya avabûna wê dikir, mirovan xiste fikarên
hûr û kûr, ku gelo destpêka gerdûnê çawa buye. Aniha piştî gelek
lêkolîn û fikarên kûr, em gihîştine bersivek ku Big Bang jê ra tê gotin.
Big Bang, çî ye?

Ligor teoriya Big Bangê, gerdûn ji teqîna rûxar yan hecmeke pir biçûk
ku mezinahiya wê ji kunên ser postên mirov jî biçûktire, bi germahî û
baristeyeke pir pir mezin, destpê buye. Ligor vê teoriyê, pêkhatin û
çêbûna fezayê, dişibe pifkirin û mezinkirina rûbara pifildankekê û
madde jî di nav û rûbara derveyî fezaya ku berebere vedibe û
berfirehtir dibe ne, wek zerreyên tozê ku li ser rûbara pifildankê ne,
ev teqîn ne wek teqîna fezayeke vala ye belke feza jî tevî vê teqînê
jidayik buye û di dema berfirebûn û vebûnê da jî, maddeya han bi xwe
ra vediguhezîne.

Li gor baweriya fîzîkzanan, dem jî bi Big Bang’ê ra,
destpê buye. Piraniya zaniyaran, teoriya Big Bang’ê, pejirîne. Şirove
û mînakên zanistî, pir pir zelal û eşkere bûn, loma jî di sala
1951’an, ofîsa dêra Katolîkan jî ragihand ku teoriya Big Bang’ê, li
dijî pirtûka miqedes nîne.

Heta despêka sedsala 19’an, xelk wisa dizanîn ku gerdûn, neguherbar û
sabit e. Di sala 1915’an da dema ku Teoriya Nisbiya Einstein, behsa
pêkhate û çawbûna feza, dem û cazibeyê kir, hingî dibêtiya haletên din
jî, derket holê. Bi pêşkêşbûna teoriya nisbiyetê, îdî feza dikarî
berfireh bibe yan jî were ser hev. Di sala 1917’an da, stêrnasek bi
navê Willem de Sitter, teoriya nisbiyetê, esas girt û nîşan da ku
gerdûn dikare berfireh bibe.