Zanist bi kurdî xweş e -48
Zanist bi kurdî xweş e -48
Dema weşanê: Êlûn 16, 2018, 9:02 Dîtin: 554

Amadekar Edo Makuyî

 

Di sala 1922’an da jî matematîkzanek bi navê Aleksander Friedmann, ji
riyên pir hêsantir, karî bigihîje heman encamê. Encama ku Georges
Lemaitre’ê feleknas, di sala 1927’an gihîşte wê jî, wek ya berê bû. Ev
pêngav, derbarê pejirandina dîtina gerdûna neguherbar da, wek
guhertineke mezin dihate dîtin. Bi baweriya Georges Lemaitre, eger em
vegerine dema rabirduya gerdûnê, divê maddeya gerdûnê di mezinahiyeke
pir biçûk da, berhevî ser hev bûbe û tê da teqînek qewimîbe. Herçend
ev dibêtî û îhtîmal, haleteke sosret ji gerdûnê radixiste ber çavan,
lê ligor venêrîn û lêkolînên dema ku em têda ne, nibû.
Sedemên ku em dibêjin, Big Bang, qewimiye, çi ne?

Encamên 3 lêkolînên ku di sedsala derbasbuyî ji aliyê stêrknasan va
hatine gotin, bû sedema vê yekê ku em misoger bibin ku gerdûn bi Big
Bangê despêbuye. Ya yekem ev e ku gerdûn, bi derbasbûna demê ra,
berfireh dibe, ev jî tê vê wateyê ku fezaya navbera kehkeşanan,
timotim mezin û mezintir dibe (ji despêkê heya niha û virha jî).
Berfirehbûna gerdûnê jî bû sedem ku em qebûl bikin ku beriya
berfirehbûnê, her tişt di derekê da li cem hev bûye. Ya duda jî ev e
ku, teoriya Big Bangê, dikare zêdebûn û belavbûna Helium û
Dotrium (îzotopa Hydrogenê) di gerdûnê da, pir baş şirove bike.
Germahî, çigalî (bariste) û diyaspora berfirehbar ya gerdûna despêkê,
jibo berhemhatina pir zêde ya dendikên ku aniha em dibînin, rewş û
haleteke zef baş buye.

Sedema sisyan jî ew e ku estêrnasan, karîne
Tîrêjên (şewqvedan yan tabişên) background’a gerdûnê û tîrêjên piştî
teqîna despêkê yên her aliyên gerdûnê, bibînin û resed bikin.
Tîrêjên (tabişên) background’a gerdûnê yan jî şewqvedana (tabişên)
background’a gerdûnê, sedema misoger ya pejirandina despêka gerdûnê bi
qewimîna teqînekê va ye. Stephen Hawking, derbarê vê yekê da dibêje:
Ev keşfa nuwaze, keşfa sedsalê ye.

Berfirehbûna Gerdûnê
Di heman dema ku teoriya berfirehbûna gerdûnê, hate ragihandin.
Estêrnasek bi navê Vesto Slipher, da zanîn ku hejmara kehkeşanên ku ji
me dûr dibin, pir zêdetir e ji yên ku nêzîkê me dibin. Feleknasan,
dikarin ji wergirtina ronahiya ku ji kehkeşanekê difûre, têderxin ka
ew ji me dûr dibe yan nêzîk. Eger têyfa (Spectrum) ronahiya kehkeşanek
ber bi aliyê dirêjahiya pêlên kurtir, veguheze, veguhestina ber bi
şîn, hingî kehkeşan nêzîkî me dibe, mînaka pir binavodeng jibo vê
mijarê jî guhertina dirêjahiya pêla dengê Ambûlanseke ku nêzîkî me
dibe.

Eger spectrum ronahiya kehkeşanek ber bi dirêjahiya pêlên
bilindtir, veguheze, veguhestina ber bi sor, hingî xuya ye ku kehkeşan
vaye ji me dûr dibe, her wekî zêdebûna dirêjahiya pêla dengê
Ambûlansek ku vaye ji me dûr dibe. Mezinahiya veguhestina ber bi sor
yan şîn, girêdayî leza dûrbûn yan nêzîkbûna kehkeşanê ye. Loma jî
Vesto Slipher, dît ku piraniya kehkeşanan xwedî veguhestina ber bi sor
in, nek ber bi şîn.

Di sala 1929’an da Edwin Hubble, keşf kir ku kehkeşanên ku pir ji me
dûrtir in, leza dûrbûna wan ji me jî, zêdetire û leza han jî girêdayî
mesafeya wan ji me ye. Bi gotineke din, kehkeşanên ku fasileya wan ji
me dûrtir in, xwedî veguhestina ber bi sora mezintir in jî. Mesafeya
Kehkeşanên pir ji me dûr, di mezinahiya milyon û milyar sala ronahiyê
ye û ev jî tê vê wateyê ku em vaye li rabirduyeke bi mezinahiya milyon
û milyar salan ronahiyê, mêze dikin.

Di dema rêwîtiya ronahiya kehkeşanan ber bi me, spectruma ronahiya wan ji dirêjahiya pêlên kurtir, ber bi yên bilindtir, veguhestina ber bi sor, vediguheze. Ev veguhestina ber bi sor, jiber firehbûn yan vebûna pêkhateya fezayê ye. Eger dirêjahiya pêlê, 2 caran mezintir bibe, hingî divê gerdûn bi
zerîbeya dudan, berfireh bibe. Keşfa Habel’ê ev bû ku digot: sebeba
berfirehbûnê, girêdayî mesafeya ku ronahî pîvyaye ye û vedigere ser wê
yekê, ka em çiqasî li dema derbasbuyî nihêrîne. Ev jî tê vê wateyê ku
em her çiqasî di demê da, vedigerine paş û paşdatir, hingî gerdûn,
biçûk û biçûktir e. Eger em rabirduya gerdûna berfirehbar, vekolin û
lê hûr bibin, emê bibînin ku mesafeya navbera kehkeşanan, berebere
kêmtir û baristeya gerdûnê, berebere zêdetir dibe.