Zanist bi kurdî xweş e -49
Zanist bi kurdî xweş e -49
Dema weşanê: Êlûn 30, 2018, 9:01 Dîtin: 590

Amadekar Edo Makuyî

 

Ev proses heta derekê didome ku giş maddeya gerdûnê di rûxar yan
hecmeke pir pir biçûk da, tê ser hev û berhevî ser hev dibe ku encama
wê prosesê baristeyeke zev zef mezin jibo gerdûna despêkê di dema
qewimîna Big Bangê ye ku mezinahiya wê naye fehmkirinê.

Bi parvekirina mesafeya kehkeşanê li ser leza wê ya xwerû, emê karibin dirêjahiya
temena gerdûnê, texmîn bikin. Bi vê yekê emê karibin texmîn bikin, ka
di çi demekê da, mesafeya me ji kehkeşanên din, sifir buye.
Muhasebeyên zaniyar û feleknasan nîşan dide ku Big Bang, derdora 10
heta 15 milyar salan beriya niha yanê 3 caran zêdetir ji temena Erdê,
qewimiye.

Jibo îsbatkirina texmîna han, divê em li pey kevintirîn cisma gerdûnê
bibin çimku divê temena wê derdora 10 heta 15 milyar salan be, nek
zêdetir. Metoda din jî lêkolîna kiryarên radioactive ya îzotopên
Uraniumê ye. Em zanin ku temena kevintirîn îzotopên pêkhatî ji
kiryarên dendikî ya stêrkên nû û terikî, 10 milyar salan in.

Temenên ku hesav kirine, tam ligor texmînên me ne.
Hebûna zêde ji Helium û Dotrium, li Gerdûnê.
Jiber ku di despêka gerdûnê da dereceya germahiyê pir zêde buye, ev
yek dikare sedemek baş be jibo ku Helium û Dotrium beriya pêkhatina
her stêrkek, pêkhatine. Ev element di bihevzeliqîna dendikî(Nuclear
Fusion) da, berhem tên.

Bi bihevzeliqîna Protonek û Notronek, elementa

Dotrium yan heman Hydrogena Giran, berhem tê. Ev proses, tenê di
dereceyên germahiyên pir zêde wek ya germahiya dendikên stêrkan da
dikare pêkwere. Di sala 1946’an da George Gamow, şagirta Friedman,
pêşniyar kir ku fusion’a dendikî, dive di gerdûna despêkê da dema ku
germahî pir pir zêde bûbe, qewimî be. Navê vê prosesê jî senteza
dendikî ye ku dibe sedema berhemhatina Helium û Dotrium (her wisa
hinek Lithium û Beryllium) ji behra dagirtî ji gelek Proton û Notronên
bi-enerjî gerdûna despêkê.

Di despêka 1960’an da, spectruma stêrkên
xwecih, nîşan da ku Helium, ji sedî 20 heta 30’ê baristeya stêrkan,
pêktîne. Baristeya mayî jî, piranî ji Hydrogenê pêktê. Tenê 2 jêder di
gerdûnê da dikarin Heliumê berhem bînin ku yek jê stêrkên li esmanê û
ya din jî bombeyên etomî ne.

Di her 2 jêderan jî bi riya fusiona
dendikî û bihevzeliqîna dendikên(kakilên) Hydrogenan, elementa heliumê
berhem tînin ku germahiyeke zef zêde jê berhem tê. Baweriya stêrknasan
ew e ku eger giş Heliuma heyî li gerdûnê, bi destê stêrkan berhem
hatibe, hingî divê ronahiya esmanê ji ya aniha zêdetir be. Loma jî
divê Heliuma heyî, beriya stêrkan berhem hatibe.