Zanist bi kurdî xweş e -50
Zanist bi kurdî xweş e -50
Dema weşanê: Gelarêzan 2, 2018, 9:02 Dîtin: 680

Amadekar Edo Makuyî

 

Di sala 1964’an da 2 estêrnasên radiyoyî bi navên Arno Penzias û
Rabert Wilson, hewl didan sîgnalên nebaş û mizahim yên bekgrandê ji
sîgnalên wergirtî yên antena radiyoyiya xwe, jêbibin. Ew wisa dizanîn
ku sedema wan noyzên bekgrandê, zîrça kevokan e ku di antena radiyoya
wan da hêlûn çêkirine û ewê bi paqijkirina wan karibin wan noyzana
jêbibin lê salek şûnda jî, ew noyz dihatin wergirtin û ew nedikarîn
wan jêbibin. Ew têderxistin ku wan noyzana di hemû aliyan da bi
şêweyeke wekhev tên wergirtin – çi antena radiyoyiya wan ber bi Rojê
bûbe, çi ber bi aliyê navenda kehkeşanê yan ber bi aliyê cihên vala
yên esmanê, tenzîm bûbin – ev yek jî nîşan dida ku jêdera sîgnalên
han, ji pişt kehkeşanê ye, çimku eger wisa nebiya, wergirtina wekhev
di hemû aliyên esmanê, ne mumkin bû. Hevgirtin û yekbûna pir bihêz ya
van sîgnalan, nîşan dida ku jêdera wan sîgnalan, pir pir ji me dûr e
yan bi gotineke din, di despêka temena gerdûnê, qewimiye. Jêdera van
sîgnalan, divê pir bihêz bin ku em aniha jî dikarin wan eşkere bikin.
Di dawiyê da, fîzîkzanan têderxistin ku jêdera ronahiyê, ji teqîna
despêkê ya gerdûnê ye – tam wek pêşbîniya Gamow – Lê ewê çawa karibin
dilniya bibin ku keşfa Penzias û Wilson, heman ronahiya bekgranda
gerdûnê ye?
Eger jêdera ronahiya han ji Big Bangê bûbe, hingî divê tam ligor
teyfa(spectrum) cismek binavkirî ku cisma reş jê ra tê gotin,
tevbigere. Cisma reş, cismek wisa ye ku giş ronahiya ku werdigire, di
nav xwe da xweyî dike(cezb dike). Ligor modela Big Bang, gerdûna
despêkê gulokek givaştî ji zerre û ronahiyê buye û germahiya wê pir
zêde buye. Di rewş û muhîteke wisa da, zerre timotim li ronahiyê,
ketiye, wê cezb kiriye û cardin wê zivirandiye(radiation). Ronahî di
rewşeke wiha da, xwediyê teyfa cisma reş e û ev taybetmendiya ronahî
di mesafeya rêwîtiya xwe di fezaya berfirehbar(expansion) da, neguher
maye. Di teyfa cisma reş da her dirêjahiya pêl, xwediyê şiddeteke
taybet e. Ev şiddet di dirêjahiyên ciyawaz da tenê girêdayî germahiya
cismê ye û hew. Loma jî stêrknasan bi pîvandina şîddeta ronahî di
dirêjahiya pêlên ciyawaz da dikarin bigihîjin encama ku têda behsa
wekheviya vê ronahiyê û ronahiya cisma reş dibe.
Di 1970’an grûpên cihê, şiddeta ronahiyê di pêlên Macrowave û
İnfrared, pîvandin. Giş encaman, wekheviya ronahiya bekgranda gerdûn û
cisma reş, erê kirin û ragihandin ku germahiya wê, 3 dereceya Kelvînê
ye. Di 1991’an da resedxaneya COBE, pîvandineke misoger ji ronahiya
bekgranda gerdûnê encamda û encameke pir ecêb derkete holê. Encama 43
resedan, tam ligor teyfa cisma reş bû. Ev zanyarî hiqqas dişibya teyfa
cisma reş ku Table’a teyfa cisma reş, di pişt wan da veşartî dima. Ev
yek jî mînaka dawî ji wekhevbûna fîzîka teorîk û encama testên piratîk
ya feleknasan bû.
Ligor pîvandina setelayta COBE’ê, germahiya ronahiya bekgranda gerdûnê
divê 2,726+-0,010 be. Ev jimare jî, ji jimareya esliya ronahiyê, zev
kêmtire û sedema vê yekê jî berfirehbûn yan vebûna gerdûnê ye –
Gerdûna ku timotim berfirehtir dibe, dirêjahiya pêla ronahiyê
bilindtir dike û enerjiya pêlê, dadixîne – ev pêl bi qasî temena
gerdûnê di rê da buye heta bigihîje me. Niha îdî stêrknasan dizanin ku
gerdûna berfirehbar, dirêjahiya pêla ronahiya bekgranda gerdûnê bi
zerîbeya 1000, radike. Şewqvedana piştî Big Bangê, di demek da
qewimiye ku temena gerdûnê, tenê 500,000 sal buye loma jî şewqvedana
bekgranda gerdûnê, kevintirîn resede ku heta niha hatiye kirin. Rastî
jî ew e ku em qewimînên Big Bangê, dibînin.
Encam
Di sedsala bîstan da, em şahidê pêşketineke mezin di warê nasîna
gerdûnê bûn. Me di demên pir nêz da wisa dizanî ku gerdûn neguher e.
Kehkeşanên pir ji me dûr ku rojbiroj jî, ji me dûrtir dibin jî, bi me
dan zanîn ku gerdûn vaye berfirehtir dibe. Bi rêvîtiya ber bi
rabirduya vê gerdûna berfirehbar, emê bigihîjine gerdûna despêkê ku
zev zef givişî û germ e. Me di nîveka sedsala bîstan da têderxist ku
reaction’ên dendikî ku di gerdûna despêkê qewimîne, nîşaneya zêdebûna
Helium û Dotrium, nîsbet bi elementên din e. Bi pêşdetirçunê, em
karîn, şewqvedana piştî Big Bangê ku milyar salan beriya niha
qewimîne, eşkere bikin. Di dawiyê da jî, ev gerdûna ku bi Big Bangê
despê buye, mumkine ku wek keşfên din, neguher bimîne.
Herçend ku Big Bang, xeyala mirovan ji gerdûnê ye. Lê niha fîzîkzanên
zerreyan di hewla pêşniyarkirina teoriyeke din liser dîrok û tarîxa
gerdûnê di çend tirilyoniyoma saniyeyê, piştî Big Bangê ne. Ew dikarin
teoriyên xwe bi riya Lezderên(accelerator) zerreyan, test bikin û
qewimînan(yên bi enerjiyên mezin jî) wek ya gerdûna despêkê jî,
sîmûlêyt bikin. Jibo fehmkirina vê yekê ku gerdûn çawa despê buye,
divê ligor teoriya nisbiyeta gîştî( jiber cazibeya pir pir mezin ya
gerdûna despêkê) û mekanîka kuwantomê( jiber çigalî û givişîna gerdûna
despêkê) be. Hedefa fîzîka niha, pêşvebirina teoriya kuwantoma
cazibeyê ye û divê me bigihîne derek wisa ku em qewimînên dema
peydabûn, avabûn û çêbûna gerdûnê, fehm bikin.

Jêder: Meqaleya Yuki D. Takahashi
Wergêr: Edo Makuyî