Gotar

Bavê Robota Cîhanê Îsmayîlê Cizîrî

Edo Makûyî 1,247 Xwendin

Bavê Robota Cîhanê Îsmayîlê Cizîrî

Xwendevanên hêja, zanisthezên delal û zaniyarên ezîz, bînin ber çavê xwe ku tam 850 salan beriya niha bajareke kevnare wek Ameda rengîn, piraniya alav û amûrên hîdrolîk-otomatîka cîhanê yên bêhempa û bêmînak di nav bedena xwe ya navdar da hêwirandiye û buye hêlekana yekem bajarê modernê seranserê cîhanê.

Ji derwazeya wê ya hîdrolîk-otomatîk bigire heya keştiya wê ya herî navdar ku wek yekemîn robota cîhanê tê nasîn û ji Saeta Fîlana wê ya herî meşhûr ku wek yekemîn kompiyotera cîhanê tê zanîn(alavê ku bername werdigire) heya pompên wê yên kişandina avê, avhilavêjên wê yên avê, quflên sandiqên wê û sîfonên wê yên hîdrolîk-otomatîk, giş nuwaze, bêhempa, bêmînak û muhteşem bûne.

Ya herî balkêş jî ew e ku di serdema Cezrî da tenê li kitêbxaneya Amedê, 140,000 pirtûk hebûne û bi riya xwendina hin jê, Cezerî kariye li ser gelek zaniyariyên împeratoriyên Çîn, Yewnan, Misir, Hindûstan û Mezopotamyayê, şareza, pispor û zal be.

Bedî uzzeman Ebulizz Ismaîlê ibni Rezzazê El-Cezerî, navdartirîn Zaniyar, Endazyar, Fîzîkzan, Matematîkzan, Terrah, Sinetger û hertištzanê Kurd e ku li seranserê Cîhanê wek " Bavê Robota Cîhanê " tê nasîn.

Cezerî Kurdê navçeya Tora Şirnexa Cizîrê buye û bi fermana Qere Erselanê hakimê Amedê ku di bin hukumraniya Selaheddînê Eyûbî buye dest bi nivîsandina şahesera mihendisiya cîhanê kiriye û di sala 1206 zayînî da wê qedandiye.

Navê Şahesera Mihendisiya Cîhanê: الجامع بين العلم و العمل، النافع في صنايع الحيل 

The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices(Prof.Dr.Donald Hill, 1974) مبانی نظری و عملی مهندسی مکانیک در تمدن اسلامی(ترجمه به فارسی از: محمد جواد ناطق، حمید رضا نفیسی ، سعید رفعت جاه) سالا 1380 شمسی الحیل : پروفسور احمد یوسف الحسن(ته رجومه یا عه ره بییا نوو، زانینگه ها حه له با سووریه یی، سالا 1979)

Mizgînî: Wergera Kurdiya Kurmanciya Şahesera Cezerî, dê di zûtirîn dema mumkin da ji aliyê komek ji endazyarên Kurd va were weşandin. Prof.Dr.Donald Hill(1922-1992), Endazyarê Mekanîk û rojhilatnasê Ingilîsî ku di sala 1974 zayînî da Şahesera zanistiya cîhanê wergerandiye ser Ingilîsiyê, li ser şahberhema

Cezerî wuha gotiye: Heya niha, li tu dera cîhanê, li tu medeniyeteke dunyayê, tu berhemeke zanistî wek ya Cezerî, ewqas kamil, zanistî-piratîk û bêqusûr nehatiye nivîsîn. Cezerî di şahesera zanistiya cîhanê da bi baştirîn şêwaza mumkin behsa çawaniya çêkirin, serhevkirin û xebitîna giş 50 Dahênanên xwe yên hîdrolîk-otomatîk yên nuwaze û bêhempa kiriye. Wî maketa giş îcadên xwe, berê bi hevîra kaxezê çêkiriye û paşê bi riya ceribandina hemû riyên heyî(Try and error – Do It Yourself), gihîştiye armancên xwe yên zanistî.

Cezerî bi çêkirina çerxa-bidiran(Gearbox) kariye hereketa zivronekî(Rotary) veguherîne hereketa çuyîn-hatinî(Reciprocating) û bi vê keşfa nuwaze, bingeha sîstema mîlleng-pîstûnê(Cranck-Piston) daniye û buye sedema çêbûna matora erebeyên şewathindirîn(Internal Combustion) û matora keştiyên ku bi hulmê dixebitin.

Berê ji zanista Mekanîkê ra Elhiyel û ji alav û amûrên ku pê dixebitîn ra Alatul Rûhaniye digotin, jiber ku xelk wusa dizanîn di xebitîna wan amûran da, fêl û hîlehatiye bikaranîn nek zanist....

Jiber zêdebûna hejmara îxtiraên Cezerî, em neçarin li vir, tenê hinik behsa Robota wî ya herî navdar bikin û dahênanên wî yên din bikin mijara meqaleyên din

Cezerî 850 salan beriya niha avhilavêjek bêhempa çêkiriye ku bi qasî 13.6 metreyan av pekandiye hewayê.

Bavê Robota Cîhanê, bi pompek avê ku bi hêza heywanan xebitiye, ji binê 4 bîrên cihê yên avê, di demek da, avê kişandiye nav pompê û derbasî ser erdê kiriye(Pompa Xestexaneya Helebê ku heya 1936 zayînî jî dixebitî, wate zêdetir ji 700 salan...).

Serokê Endazyarên Cîhanê, yekemîn şîreya yekaliya avê ya cîhanê jî çêkiriye. Bedîuzzemanê Kurd, yekemîn qaliba çêkirina derwazeyên metalîka dunyayê jî, bi keresteyên wek dar û qûmê, terrahî kiriye û buye yekem endazyarê dunyayê ku kariye metoda Kalîbrasyonê pêkbîne.

Cezerî bi çêkirina amûrek otomatîk ya xwîngirtinê, îsbat kiriye ku di warê endazyariya bîjîşkiyê da jî şareza û pispor buye.

Navdartirîn berhem, îcad, keşf û dahênanê Cezerî, çêkirina keştiyek bêhempa ye ku liser wê 4 robotên mûzîkjen(2 daholjen, bilûrvan û Tembûrvanek ku 2 jê jin û duduyê din mêr bûne), roboteke av, şerbet û şerabçêker, roboteka şerbetpêşkêşker, roboteka avliserdestrêjer û roboteke holîpêşkêşker heye. Keştiya han di dema cejn û merasîman da buye mazûvanê mêvanên hakim û bi herikîna gemiyê, av bi riya hin kevçiyên taybet û bi riya hin boriyên taybet derbasî amûrên mûzîkjen buye û bi pestoya avê, hewayê xistiye nav perçeyên amûrên han.Balkêştirîn mesel e ew e ku her çar robotên mûzîkjen, bi 50 şêwazên ciyawaz dikarin werin guhertin ku 50 ahengên cihê jê derkevin.......

Hêjayê gotinê ye, eger Cezerî liser mûzîkê şareza nebuya ewê tu carî nekaribuya berhemek ewqas bêhempa bixulqîne ku aniha jî cihê matmayîn û şaşometelmayînê ye......

Cezerî bi pevgirêdana hêza avê, hêza sermestker ya vexwarina şerabê, hêza bedewiya jinê, hêza mestker ya mûzîkê, hêza bêdawî ya zanistê û hêza reqsên vejîner û kêfxweşker yên nav cejnan, şadtirîn û bêhempatirîn tabloya cîhana 900 salan beriya niha, raxistiye ber çavan......

Cezerî, hin nîşane, sîmbol û elametên balkêş ku hin pispor dibêjin alfabeyeke kevnare ya Kurdan e, jibo şirovekirina mezinahiya perçeyên alav û amûrên xwe bikaraniye.Ya herî balkêş ew e ku aniha jî zaniyar dikarin li ser pirtûka Cezerî hemû îcadên wî tam wek xwe çêbikin.Li Almaniyayê piraniya keşfên Cezerî çêkirine û di pêşangehek navdar da raxistine ber çavên endazyar û terrahên cîhanê. Divê bê gotin ku yekem car pirtûka Cezerî ji aliyê 2 endazyarên Almanî Eilhard Wiedemann û Fritz Hauser hatiye wergerandin. Leonardo Davînçiyê Îtalî jî aniye zimên ku di hin îxtiraên xwe da ji dahênanên Cezerî îstîfade kiriye.

Meqaleyek zanistî liser amûra hîdrolîk-otomatîka Îsmayîlê Cizîriyê Kurd di Journal'a ELSEVIER da:
Amûra Jenîna Mûzîkê ya Hîdrolîk-Otomatîk

Sala 2017 

Sala nivîsandina destnivîsa herî qedîmî ya šaheserê 1206 buye (Osmanê Heskêfî)
Divê bê gotin ku Cezerî li seranserê Cîhanê wek " Serokê Endazyaran", " Bavê Rastînê Endazyariyê", " Bavê Zanista Sîbernetîkê" û  " Bavê Endazyariya Mekanîkê" jî tê nasîn.

Hin Peyvên( 700 peyv, nav û bêjeyên Kurdî)Kurdî ku " Bavê Robota Cîhanê " Cezerîyê Kurd di šahesera mihendisiya cîhanê da bikarhanîye ev in:

Mîzab: boriyek zirav ku av tê ra derbas dibe( kanalîzasyonek zirav)

Baziyan: Baz, Heylo( eagle)

Mûm: candle 

Destûr: alavek tenzîmker( regulator)

Šinaber: šinber( çember, helqe, xelek)

Sonbazec: sombade( alavek jibo safkirin û verotina rûbera tištekî yan jibo firekirina kunan)

Ref: Ifrîz

Dirhim: yekeya kêšê( 2.97-3.98 gr)

Sewelcan: gopala darîn, avhilavêja xilloxar, šivdarê daholê

Isfazrewe: metala Sifr yan Borinz a sipî 

Qezîb: mîle

Šadirvan: bend, bendav

Zurfîn: helqe 

Šîz: darek reš

Tercihar: alavek dempîv

Tas: piyale 

Dolab: çerx

Derazink: çarçeveya derî

Qendîl: guldan 

Birkar: alavek ku dayîreyê dike çend bir ( beš, qismet, par) bazinek pê dibe 360 bir yan derece

Fîson: šîra avê( water valve)

Cam: šûše yan dewrî( bolme)

Šeziye: eqrebeya saetê

Nermazec: Nêromê, pevgirêder( joint)

Sufûd: mîleya hesinî

Qese': sinî

Selceme: šelqem

Sukurrece: yataqan ( Bearing)

Karizvan: zimandar û pevgirêder( joint) jibo pevgirêdana daran

Hendam, hendem, muhendim: lihevhatî û rêkopêk tam wek endamek rindik

Şîrove