Îslam û Meya Sor
Îslam û Meya Sor
Dema weşanê: Rezber 21, 2018, 9:11 Dîtin: 710

Melle Topizê Fistûman

 

Ya îlahî, Melle nebin jîn şîn e,

Jîna bêyî Melle qîmet nîne!

Bêyî Melle jîn diçe ber karesatê, îmandarno!

 

Baş bizanin Melle ye serçaweya dahatê,

Bidine wan şaxên nebatê,

Ew in şîraniya heyatê! 

 

Ya rebbî ji bo te dikim hemd û senayê,

Tim ji te dixwazim penayê,

Dena em ê herne fenayê! 

 

Xwîşk û birayên îmandar! 

 

Mijara me ya vê carê “Mey” e, ev jî ne kêm mesele ye.

 

Min penah biriye ber hedîsan,

Vediqetînim pak û pîsan!

Yên baş hildibijêrim, yên xerab dixime telîsan! 

 

Ehlê nezer bi şiddet dikin diqqet,

Min mehekî kişand ji bo vê mijarê meşeqqet!

 

Hedîsan dixwînim dor bi dor,

Ka çawa ye hukmê vexwarina şeraba sor?

 

Çi ne kihûl û mûskîrat? 

Çare çi ye ji bo mu’minîn û mu’minat?

 

Vexwarina çi helal e ya çi zelal e?

Mest û serxweş ferqa wan çî ye?

Kîjan vexwarin pir qewî ye?

 

Gelo mey vedixwarin Mem û Zîn?

Heta ku derê rê da ye me dîn? 

………………………………………

Kuhûl, ji wê avê re dibêjin ku însanê bêçare û serlihewan,

Bo derkirina derd û xeman,

Ji tiriyên reş û xurmeyan,

Berdidin nav fîncan û badeyan! 

 

Berhem tê bi şêwazê sen’etî û destî,

Ji bo serxweşî û mestî.

 

Mestî jî qonaxên wê muxtelif in,

Şer’a pîroz û ayîn jî bi vê yekê mu’terif in:

 

Qonaxa yekem fîncanek yan du fîncan in,

Derd û xem perîşan in,

Pirsgirêk û kêşe êdî hêsan in.

 

Vê astê re dibêjin serxweşî! Lê ku te du hebên din jî noşî, diçî qonaxa duyem, niha êdî mest î bê ziyad û kem!

 

Her tiştî dikşînî ber bi xwe,

Dixwazî dewletek serbixwe,

 

Destekî dikşînî ser xiro,

Guh didî stranên Şakiro!

 

Her kes du fîncanên din binoşe,

Qonaxa sêyem de ye, bêhoş e!

Nihênî aşkira dibin,

Sirr û tirr bermela dibin!

 

Li nêr û mê radimûsî,

Bi qûna xwe erebî dinûsî!

 

Ji vê qonaxê ber bi jor,

Li te zor kar dike şeraba sor,

Wek çêlekan dikî bore bor!

 

Dengê giryan û hîqehîq û tîqetîqê,

Têkel dibe li gel sema û mûsîqê!

 

Îslam dibêje êdî bisekine, nebêje na pirsgirêk tine!

Dînê pîroz ku dibîne vê wehşetê,

Xetim dike vê qissetê! 

 

Guh bide qiseta min,

Dev nevêje namûsa meta min,

Têxe guhê xwe şîreta min.

 

Îslam dînekî tek e,

Derge hezar in, Xwedê yek e!

 

Li nav enwa’ê kihûlê,

Li gor şerî’et û usûlê.

 

“Red Wine” ango şeraba sor helal e,

Wek xwîna kêroşkan zelal e!

 

Îslam pêşiya me nagire,

Tu pey hev fîncanên xwe dagire!

 

Li gor vê fitwayê ku pir teze ye,

Du fîncan zef jî endaze ye.

 

Vexwe lê bila wisa be,

Tirsa Xwedê di dil da, nek tir tev fisa be! 

 

Şerab helal bû kurdo bizane

Update e îslam, nebên nizane

Saqî tijî ke 2 fîncan û badeyan

Gunehê te li ustiyê Fistûman e. 

 

Wêne: Ji bo vê nivîsê wêneyek lazim bû û berpirsyarê malperê ji nivîskarê malpera me Edo Makuyî hîvî kir wêneyekî peyda bike. Wî jî ev xetên jêr nivîsîn:

Min ji xanima xwe ra behsa wêneya vexwarina Meya Sor kir, wê jî li ser maseya me ya nanxwarinê, terhek wusa xwešik çêkir, min helbesta Melayê Cizîrî ya vexwarina Mey, tevî pirtûka Serwa Azadî ya Cegerxwûn ku tê da helbestek liser meynošîn bi navê “Du Bade” heye tevî kovara “Šî” ku terha ser cilda wê, Keçeke Kurd e ku li Defê dixe, sema dike û kêfxweš e, danî kêleka herd qedeha Šeraba Sor ku me ji Tirîyê Reš yê bajarê Baneyê Rojhilatê Kurdistanê ku pir pir navdar e çêkirîye… Xanima min girafîk xwendîye û hunermend e, kumê (kilawfês) ser maseyê jî xanima min bi xwe çêkirîye çimku ew terrah û çêkerê cilên Kurdî yên zev zef rindik û xwešik e jî… 

Edoyê MeyNošSerXweš