Hevkêşeya Schrödinger: Schrödinger equation
Xwendevanên delal, em ji îro pê da rêzenivîseke nû vedikin û hewil didin we bidine bawerkirinê, ku bi zimanê kurdî nivîsên derheqa kîmîyayê da jî dikarin ser asteke bilind bêne wergerandin.
Nivîskarê malpera me Bavê Vîna wê her heftê, rojên sêşema bi wergerên ha yên delal va dilê me baristan bike.
Di mekanîka kuwantomê de, hevkêşeya Schrödinger, hevkêşeyeka dîfransiyela perçeyî ye ku çawaniya guhertina forma kuwantoma nava sîstema fîzîkîyê bi derbasbûna demê ra, nîşan dide.
Di mekanîka kilasîk de, hevkêşeya hereketê, heman qanûna duyemîna Newton, (F = ma) e ku çawaniya tevgerîna sîstemê, bi guhertina demê ra ew jî piştî şertên despêkê û ligor matematîkê, dide xûyan. Di mekanîka kuwantomê de, analoga qanûna Newtonê heman hevkêşeya Schrödinger jibo sîstema kuwantomê( bi gîştî atom, mûlûkûl û perçeyên pir pir hûriktir ji atoman in ku azad, pevgirêdayî yan cihgir in) ye.
Hevkêşeya han ne tenê jibo sîstema kuwantom, pêl û atoman e belke jibo sîstema makroskopî, seranserê gerdûnê û mekanîkên kilasîk ra jî dikare were bikaranîn.