Kîmyaya Nuklerî: Nuclear chemistry
Kîmyaya Nuklerî: Nuclear chemistry
Dema weşanê: Pûşper 30, 2018, 9:10 Dîtin: 1114

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin, malpera me rêzenivîseke nû vekirîye û emê hewil bidin we bidine bawerkirinê, ku bi zimanê kurdî nivîsên derheqa kîmîyayê da jî dikarin ser asteke bilind bêne wergerandin.

Nivîskarê malpera me Bavê Vîna wê her heftê, rojên sêşema bi wergerên ha yên delal va dilê me baristan bike.

Kîmyaya Nuklerî, şaxeke beşa kîmyayê ye ku girêdayî radiyoektîvîte, prosesa dendikî û taybetmendiyên dendikî ye. Unsurên Radiyoektîv yên wek Radium, Radon û Actinides nava amûrên mîna Reaktorên Nuklerî de ku jibo prosesa dendikî hatine çêkirin, di jêr kontirola pesto û germahiya taybet de tên bicihkirin. Di vê beşa kîmyayê de hûrgiliyên çawaniya bond û pevgirêdana navbera Proton û Notronan tê şirovekirinê.Hin atom yan jihev tên belavkirin yan jî bihev ra tên zeliqandin û ji pêkhatina vê yekê enerjiyeke pir pir mezin çêdibe ku jibo guhertina wê bi enerjiya elektirîkê, tê bikaranîn. Uranium and Thorium jî 2 unsurên pir grîng in ku bi endazyariyeke balkêş di reaktorên taybet de, jibo berhemanîna enerjiya han, tên meyandinê. Di kîmyaya Nuklerî de, Tîrêjên X, Alfa, Beta û Gama jî tevî pêkhateyên wan tên şirovekirinê.

Kîmyaya Organîk: Organic chemistry

Beşeke kîmyayê ye ku tê de pêkhate, taybetmendî û redaksiyona madde û terkîbên (Compound) ku ji atomên Karbonê, C pêktên, dide ber çavan û analîz dike. Jibo analîza pêkhateyên wan maddeyan ji NMR yanê Mass Spectrometry tê istifadekirin. Kîmyaya Organîk liser terkîbên Bikarbon yanjî Maddeyên Organîk xeber dide ku unsura bingehîna wan terkîbên Organîk xêncî Karbonê, Hîdrojen e jî. Berê ji maddeyên ku ji giya û heywanan dihatin girtin ra, maddeya Organîk digotin lê niha di labaratuwaran jî bi metodên cihê ew tên çêkirinê. 2 jêderên mezin ê maddeyên Organîk: Nift û Komir in ku ew jî bi derbasbûna demeke dirêj di bin bandora pestoyeke pir zêde û germahiyeke zêde ji jihevbelavbûn û analîza giyah û jîndaran, di binê erdê de çêbûne.
Methane:

Kînetîk: Kinetics

Kînîtîk, peyveke Yûnanî ye ku tê wateya Hereket yan jî livînê. Kînîtîkên Kîmyayê jî behskirin û şirovekirina lezgîniya redaksiyona kîmyawî ye.