Pêşbîniyên Ray Kurzweil derbarê paşeroja Teknolojiyê:
Pêşbîniyên Ray Kurzweil derbarê paşeroja Teknolojiyê:
Dema weşanê: Adar 8, 2017, 9:20 Dîtin: 595

Edoyê Makûyî

Di Sala 2019’an da:
Xatirxwastin ji kompiyoter, kelmelên pêvegrêdayî, kabl û wayêrên wan
Di Sala 2020’an da:
Zêdebûna hêza kompiyoteran bi qasî ku meriv bikare wan bide ber hêz û karîna mejiyê mirovan
Di Sala 2021’an da:
Îmkana bikaranîna internet’a bêwayêr di 85% ji Goga Erdê da
Di Sala 2022’an da:
Danîna qanûna reftara meriv û robatan di Amerîka û Ewrûpayê da (diyarkirina berpirsyarî û sînora kirinên robotan)
Di Sala 2024’an da:
Dê hemû erebeyên heyî, xwedîyê mejî û zêna kompiyoterî bibin (îdî mafê tu kesî nîne erebeyek ku xwedî zêna sazkirî nebe, siyar be)
Di Sala 2025’an da:
Damezrandina bazarên mezin yên endamên sazkirî yên bedena merivan (artificial members)
Di Sala 2026’an da:
Dirêjkirina temenê merivan di her kêliyek da, bi pêşketina zanistê
Di Sala 2027’an da:
Çêkirina robotên xizmetkar bi şêwazek wisa ku bikarin karên dijwar bikin û bibin wek alav û amûrên normal yên nav malan (wek sarker, gêzî û hwd)
Di Sala 2028’an da:
Erzanbûn û normalbûna enerjiya Rojê jibo mesref û bikaranîna nişteciyên Erdê
Di Sala 2029’an da:
Pêşketin û zênbûna kompiyoteran (di çarçoveya modela mejiyê kompiyoteriya merivan da)
Di Sala 2030’an da:
Berfirebûna bikaranîna Nano-Teknolojî di senetê da
Di Sala 2031’an da:
Bikaranîna çapgerên (printer) 3alî yên endamên bedena merivan di hemû xestexaneyan da
Di Sala 2032’an da:
Bikaranîna Nano-Robotan di bizîşkiyê da (jibo jêbirina maddeyên zêde, nebaş û bêkêr ji bedena merivan û skenkirina mejî jibo keşfkirina sirrên wan)

Di Sala 2034’an da:
Dîtina Yekemîn merivên ku mejiyê wan sazkirî û mesnûyî (bi destan, çêbûyî) ye
Di Sala 2036’an da:
Bikaranîna şêwazên bernamenivîsîn jibo nivîsîna bernameya sellûlan û dermankirina nexweşiyan
Di Sala 2038’an da:
Derketina robotên ku dişibin merivan (bi hiş û mejiyê pir pir pêşketî û jêhatî)
Di Sala 2039’an da:
Çandina rasterast ya Nano-Makîneyan di mejiyê da (ketina merivan di cîhana mecazî da bê ku pêwîstî bi tu dezgehek hebe)
Di Sala 2040’an da:
Çandina matora lêgerînê di bedena merivan da (Dîtina encamên wê li ser lenz yan berçavkên taybet)
Di Sala 2041’an da:
Zêdebûna hêza internet’ê bi qasî 500 carî
Di Sala 2042’an da:
Dîtina yekemîn merivê Nemir û cawîdan. Artêşa Nano- Robotan bi alîkariya saziya bergirîkirinê ya bedena merivan ku nexweşiyên curbecur derman dikin.
Di Sala 2043’an da:
Bedena merivan bi alîkariya Nano- Robotan dikare veguhere her formên ku dil dike.
Di Sala 2044’an da:
Karîna çêkirina hiş û mejiyê Ne-Biyolojî ku milyaran car ji yê merivan bihêztire
Di Sala 2045’an da:
Despêka serdema Teknîkî yan bêveger ya teknolojiyê, wisa dike ku Goga Erdê veguhere forma Super-Computer’ek.
Di Sala 2099’an da:
Teknîka Teknolojiyê dê di seranserê erdê da kona xweyî milyarsitûnî vegire.

Çavkanî: https://en.m.wikipedia.org/wiki/Predictions_made_by_Ray_Kurzweil