Vedîtina Mezintirîn Gerstêrk di Menzûmeyeke Cotstêrkî da
Vedîtina Mezintirîn Gerstêrk di Menzûmeyeke Cotstêrkî da
Dema weşanê: Pûşper 14, 2017, 9:05 Dîtin: 479

Wergêr: Edo Makûyî  

Eger hûn li Şekla Felekîya Teyredeyan yan heman Sûreta Felekîya Makîyan (Constellation of poultry) baş binêrin hûnê li mezintirîn gerstêrka keşfbûyî ya ku li dora du stêrkan da digere, rast werin. Helbet ronahîya vê gerstêrka ecêb pir pir kêm e loma jî bi çavê merivan naye dîtin.

Ev gerstêrk wekî gerstêrka Tatooine ya ku di fîlma Şerê Stêrkan da hatîye nîşandan e û du Tavên wê jî hene. William Welzê stêrknas ji zanîngeha eyaleta San Diego di meqaleyek xwe da wiha dibêje: Dîtina gerstêrkên ku li dora du stêrkan digerin pir pir ji dîtina yên ku tenê li dora stêrkekê digerin dijwartir e. Dema geryana Gerstêrkên cotstêrkî, ya li dora Tavên wan, rêkopêk û tekûz nîne û di dema zivirîna xwe da jî, hereketên cihê û kûr di vedora xwe da, pêktînin.

Yekem car Lawrence Livermore, stêrknasê SETİ bû ku bi vê meselê hesya lê hingî jibo şirovekirina çawanîya gera han ya li dora du stêrkan ra, qe ne çend sal pêwîst bûn. Lêmêzekirina hin ji stêrnasên amator yên li KELTê(The Kilodegree Extremely Little Telescope) jî bû sebeba vedîtina gerstêrka KEPLER 1646b. Gerstêrka han di fasileya 3700 sala ronahî ji me da ye û temênê wê herî zêde 4.4 milyar sal e, temenê wê dişibe ya Goga Erdê lê bariste û mezinahîya wê dişibe ya Muşterîyê(Jupiter).  Herd stêrkên wê jî dişibin Tavê, yek hinek jê mezintir e û ya din jî hin jê biçûktir e.

Dema Zivirîna gerstêrka navbirî  ya li dora vedorên herd stêrkên wê, 1107 rojan e ku zêdetir e ji 3 salan. Ev dema zivirînê,  zêdetirîn dema geryana gerstêrkeke derveyî menzûmeya Şemsî ya li dora Tavên  xwe ye. Cihê ku ew lê ye, ciheke wisa ye ku jîyan dikare li wûr hebe lêbelê jiber ku  gerstêrka gelek terikî, yanê KEPLER 1647b, ji gaze çêbûye, ew bixwe nikare bibe cihek wisa ku jîyan lê hebe lê ev gerstêrk xwedîyê çend heyvên mezin in ku jibo jîyanê pir pir cihên misayîd in.

Hêjayê gotinê ye ku temenê Kakêşana Rîya Kadizê, 13.21 Milyar sal e.

Jêder:

dailygalaxy

bigbangpage.com

http://exoplanet.eu/catalog/kepler-1646_b/

Vedîtina Gerstêrkek ku dibe sedema bileztir zivirîna Stêrka xwe!

Gerstêrkek mezin ku li derveyî menzûmeya Şemsî ye, hin nêzîkê stêrka xwe ye ku bi gera xwe ya li dora stêrka mak, leza zivirîna wê diguherîne.

Mişterî yan heman Jupiter ku mezintirîn gerstêrka menzûmeya Şemsî ye, bala gelek stêrknasan kişandîye ser xwe û di zanista stêrnasîyê da hin wê wek Gerstêrk*Stêrk  bilêv dikin. Ya rast ew e ku Mişterî û gerstêrkên wek wê, hin mezin in ku xwedîyê taybetmendîyên stêrkan in û tenê kelîna dendikî di nav wan da pêk naye.

Hin lêkolerên zanîngeha Prınceton’ê  bi hevkarîya çend navendên din yên lêkolînan, karîne gerstêrkek pir pir ecêb bibînin. Mezinahîya wê 1.34 qasî Mişterîyê ye û fasileya wê ji stêrka mak jî, pir nêzîktir e ji ya Etarud, Tîr yan heman Mercury, ji Tava me. Navê vê gerstêrka sosret HATS-18’e ye. Fasileya wê ji me, 2100 sala Ronahîyê ye û bi lezeke ecêb li dora stêrka xwe digere. Leza wê ya li dora stêrka wê, hin zêde û mezin e ku tenê rojeke 24 seetî ji wê gera li vedora stêrka xwe, pêwîst e.

Jiber çirî, bariste û leza wê ya ecêb, di her gera xwe ya li dora stêrka xwe da, li ser rûbera stêrkê , bandorên hilkişîn û daketina pêlan (Cezr û Med ) dayndide. Ev yek jî li ser navenda hêza stêrkê, bandorê dike. Ya rast di navbera stêrk û gerstêrkê da meydaneke kaşokî çêdibe ku dibe sedema kaşbûna Pêldaketina han ya li ser vedora ser rûbera gerstêrkê. Ev yek tam dişibe bandora megneta nêzîkê rûpelek ku perçeyên hesina li ser wê ne.

Leza vê gerstêrkê ecêb, hin zêde ye ku di her 28 saln da, deqeyek ji dema zivirîna wê ya li dora stêrka mak, kêm dibe û ev deqîqe jê ra qeyd(save) dibe. Bandora dualî ya vê stêrk û gerstêrkê, dibe sedema guhertina leza zivirîna dicihêxwe û ya veguhestinê ku fenomeneke pir nû ye. Lêkoler, hêwîdar in ku lênêrînên ku li ser pergalên stêrk û gerstêrkên navbirî tên kirin, bibin sedema dîtina sirrên peydabûna pergalên gerstêrk û menzûmeyên Tavîn.

Jêder:

bigbangpage.com

newscientist.com

popularmechanics.com

https://arxiv.org/abs/1606.00848