Zanist bi kurdî xweş e -10
Zanist bi kurdî xweş e -10
Dema weşanê: Gulan 16, 2017, 9:15 Dîtin: 497

Amadekar Edo Makuyî

 

7-Japonî, biryar dane ku zêrên madalyayên Olempîka 2020’an ya Tokyo’yê, ji Mobayl û Tabletên ku tên avêtin, bidest bixin.

 

Jibo çêkirina 5 hezar madalyayên Olempîkê, pêwîstî bi 20 ton zêr, zîv û bronzên ku ji ziblên Mobayl û Tabletan, tên derxistin, heye.

 

Edoyê SerGoZêr

 

8-Rezerva madenên zêran yên ku li seranserê Erdê hene û hê bi temamî nehatine derxistin, hin zêde ne ku serê her kesî 5 gustîlên zêra dikeve.

 

Edoyê PêncTilî

 

9-Lekkeya Scooter, lekkeyeke ku jiber bagerên pir pir bixof yên ku li atmosfera Neptun’ê, çêdibin, tên xûyan!

 

Lekkeya ku bi qasî Goga Erdê ye û leza bagerên wê 2400 kîlometr di seetekê da ne.

 

Edoyê LekkeMeZin

 

http://www.windows2universe.org/neptune/atmosphere/N_clouds_scooter.html

 

10-Ev wêne ya bernamenivîs û kodnivîsê Amerîkî, Margaret Heafiel Hamilton e ku di 20’ê June’a 1969’an da, karî merivan li ser hîvê, bi silametî bide peyakirin.

 

Margaret Hamiltona 81 salî, rêber û berpirsê bernamenivîsîna projeya Apolo’ya 11 bûye.

 

Edoyê BêBerName RûNištî

 

https://en.m.wikipedia.org/wiki/Margaret_Hamilton_(scientist)

 

11-Eger gerstêrka Zuhel( Saturn) bi qasî heyvê, li Erdê nêzîk ba, hingî menê wê li esman, wiha bidîta.

 

Edoyê HîvNedîtî

 

12-Eger hûn ji min dipirsin?

 

Ez gunehên vešartî pir pir baštir dibînim ji yên ku bi qest li ber çavan tên kirin.

Albert Einstein 

 

Edoyê GunEhBerÇavAn