Zanist bi kurdî xweş e -12
Zanist bi kurdî xweş e -12
Dema weşanê: Hêzîran 8, 2017, 9:20 Dîtin: 494

Amadekar Edo Makuyî

 

19-Dirêjtirîn xîyabana cîhanê ya bi navê Yonge li Torento’ya Canada’yê ye ku 86 km e.

Dirêjtirîn xîyabana Rojhilata Navîn jî, Velîesr e ku 18 km e.

Edoyê HezarKîloMeTirrrrrrrr

 

20-Ez ji zû va ye ku îdî bi berazan ra gulešê nakim çimku min têderxistîye, ezê pir pir pê qirêj, qilêr û gemar bibim û ya herî girîng jî ew e ku beraz ji vê yekê pir kêfxwaš dibe û lezzetê dibîne!

Edoyê BeraEz û QirGêj

 

21-Kîmîyaya gerstêrkên gazî yên wek Zuhel(Saturn), jiber ku di jêr bandora tofanên birûskî da, dimîne pir balkêše çimku Metana( CH4) heyî ya ser Zuhelê, jihev bela dibe û vediguhere Karbona xwerû( xalis û nab) û ev yek jî dibe sedema barîna barana kirîstalên Almasan yên ku mezinahîya wan 1 cm’ in.

Edoyê BarAlMas

 

22-Germahîya rûbera( setha) gerstêrka Ploton’ê, 228 dereceya Santîgrad li jêr sifrê ye.

Ya balkêš ew e ku ji dema jidayikbûna Galîle heya niha, hê Ploton, 2 sala xwe neqedandîye û 2 car li dora Tavê negeryaye.

Edoyê NeGerYayî

 

23-Ev heman Viking’a 1’e, heman fezapîvê ku di sala 1976’an da wêneyên serçavên tištên ser Merîxê ku dišibyan Feronan, šande Erdê.

Gotinên Greg Molnar yên li ser medenîyeta jiholêrabûyî ya li Merîxê jî hingî bû sedema gengešî û alozîyên pir mezin.

Edoyê SerÇavFirewn

 

24- 2 tišt bêdawî ne: yek “Gerdûn û Kayînat” , ya din jî ” Nezanîya merivan “, lê di ya ewil da, ez pištrast nînim.

Albert Einstein 

Edoyê PištRast lê DevXwar

 

25-Bi Dîtina Gandî, 7 gunehên serekeyên civakî, ev in:

1.Bidestxistina pere, bi bê hewldan

2.Lezzet û kêfxwašîya ku wûjdanê esas nagire

3.Zanîyarîya ku tê da xidexûyê merivantîyê tine be

4.Bazirganîya ku tê da exlaq tine be

5.Zanista ku li ser esasa mirovantîyê nebe

6.Perestiša bê fedekarî û berxwedan

7.Sîyaseta bê bingeh û bê usûl

Edoyê HeftGunEh