Zanist bi kurdî xweş e -13
Zanist bi kurdî xweş e -13
Dema weşanê: Hêzîran 18, 2017, 9:15 Dîtin: 438

Amadekar Edo Makuyî 

1-Ligor teorîya Einstein, veguhestina ber bi Sor a kehkešanek, ne jibo dûrbûna wê ya ji Erdê, diqewime belke jiber vebûn û berfirehtirbûna( inbisat) fezaya di navbera Erd û Kehkešanê da, pêktê.

Ronahîya kehkešana ji me dûr, jiber vebûn û inbisata fezayê, tê kišandin û çemandin.

Edoyê RonahîSor

 

2- 4 milyard salan šûn va, eger em ji fasileya 37 sala Ronahîyê li Tavê binêrin hingî dê ew wisa were xûyan.

Ev stêrk, wek Pasewanê Bakûr, tê nasîn û aniha bûye wek dêweke Sor ê Terikî.

Edoyê PaSeWan

 

3-Tifingên tijî, jibo gulebarana mejîyên tijî, çêbûne

Mejîyên vala jî jibo tijîkirina wan tifingan….

Friedrich Nietzsche

Edoyê MeJîVala

 

4-Meriv dema bextewer e ku

Tištê ku difikire,

Tištê ku tîne zimên û

Tištê ku dike,

Hev bigrin û harmonîk bin.

Edoyê Har

 

5-Wisa bizane ku tu bihêzî, heya tu bihêz bî

Wisa bizane ku tu kêfxwašî, heya tu ša bibî

Her çi dixwazî û hez dikî, bîne ber çavên xwe, heya Tu digihîjî wê…

Edoyê XwazOk

 

6-Jibo despêkirinê, pêwîst nake ku tu nuwaze bî.

Lê jibo nuwazebûnê, pêwîst e ku tu despê bikî…..

Edoyê DestPêKer