Zanist bi kurdî xweş e -14
Zanist bi kurdî xweş e -14
Dema weşanê: Hêzîran 21, 2017, 9:10 Dîtin: 502

Amadekar Edo Makuyî

 

7-Tenê 3%’ê merivan, bi hedef û armanc, dijîn,

Yên mayî jibo pêkhatina hedefên wan 3%’an hewl didin……

Edoyê HeDefDar

 

8-Yên ku fikrên wan, ne wek yên te bin, ne dijminê te ne!

Ew merivên din, bi dîtinên cîyawaz in û hew……

Irfan Gîlanî

Edoyê DijMin

 

9-Lêkolînek zanistî ku li ser 11 hezar zarok hatîye kirin, nîšan dide ku eger cihê jiyîna zarokan zêde jî paqij û strîl be hingî dê xetera hessasîyetên post, igzima û hessasîyetên bêhnsandina (teneffus) wan jî zêdetir bibe.

Edoyê QirÊjê GeMar

 

10-Cilên Fezageran, ji balonên ku ji Neopran çêbûne û tê da ba heye çêbûne.

Ev cil dikarin fišara hewayê wisa tenzîm bikin ku xwîna fezageran, wek av (avîn, šilekî) bimîne û neqerise.

Jixwe fišara han pir ji fišara standard a atmosfera Erdê kêmtir e.

Edoyê FišAr

 

11-Kehkešana Rîya Kadizê, bi leza 110 kîlometre di sanîyekê da ber bi kehkešana Andromed diherike!

Gelo sedema vê leza zêde çî ye?

Gelo ew çî ye ku di wûr da me ber bi xwe kaš dike?!

Edoyê KašKer

 

12-Hešt roj berîya yekemîn firîna birayên Wilbur Wright, rojnameya New-York Times di meqaleyeke xwe da nivîsîbû: dibe ku meriv pištî yek heya 10 milyon salên din, bikaribe mašîna firok çêbike.

Edoyê FirOk