Zanist bi kurdî xweş e -15
Amadekar Edo Makuyî
13-Eger hûn her roj, bi qasî 1%, di karê xwe da, bi pêš bikevin naxwe hûn di dawîya salekê da, 365% pêšketine….
Serketinên mezin, ji gavên biçûk, despê dibin.
Edoyê SerKetî GavBiÇûk
14-Tištên ku we dêšînin, jibîr bikin lê tu carî dersên ku wan fêrî we dikin, jibîr nekin.
Edoyê JiBîrKer
15-Dema ku her tišt normal be, em mezin nabin û pêš nakevin belke pêšketin tam di dema qewimîna bûyeran û rûbirûbûyîna bi pirsgirêkan ra, çêdibe…
Edoyê PirsGrêkOk
16-Mejî û hišê me, him dikare me nexwaš bixe, him jî dikare derdê me derman bike.
Ev mezintirîn kešfa 2 qirnên derbasbûyî ye.
Marcelo Jose da Silva
Edoyê NeXwaš
17-Bi dîtina NûStêrkênTerikî li cihên pir pir ji me dûr û ji belavbûna madde di cîhanê da, meriv dikare enerjîya xelayî( valatî) û baristeya madde ya li cîhanê, texmîn bike û têderxe ku ew çigalî vaye rojbiroj kêmtir ji çigalîya dema krîzê( buhranê) ye û vaye cîhan firehtir dibe û rojbiroj ji her alî, vedibe.
Edoyê HêdîHêdîVeBûYî
18-Albert Einstein, ji taybetmendîya jinîška( tesadifî) ya Mekanîka Kuwantom û teorîya ku dibêje ew tu car naye pêšbînîkirin, bêzar bû û tu car vê yekê nepejirand.
Ew digot: Xudê, ku Tas navêje……
Edoyê TexteTasAvêj