Zanist bi kurdî xweş e -16
Zanist bi kurdî xweş e -16
Dema weşanê: Pûşper 18, 2017, 9:04 Dîtin: 444

Amadekar Edo Makuyî

 

19-Min tim wisa dizanî ku xirabtirîn tištê jîyanê, xilasbûna wê ya li tenêtîyê ye…

Lê ya rast ew e ku xirabtirîn tišt, xilasbûna jîyan di nav kesên wisa da ye ku hîssa tenêbûnê didine te…

Robin Williams

Edoyê TeNêTî

 

20-Eger merivek bê ew ku cilên fezageran li xwe bike, ji keštîya fezayî derkeve derva yan ber bi derva bê avêtin, di cî da namire lê jiber sur û seqema pir zêde ya hewaya wûr( xelayî), pestoya xwîna wan, dadikeve û xwîna wan diqerise û hereketa wê ya normal namîne.

Edoyê CeMiDî

 

21-Eger hûn bi qasî 6 sal û 9 mehan, nehêlin ku bayê zikê we derkeve derva, hingî gazên ku di zikê we da çêdibin, dikarin bi qasî bombeyek atomî, enerjî pêkbînin!

Edoyê TirrrrŠidyayî

 

22-Gelo we dizanî ku gotinên neyênî, dikare pašeroja zarokan, taromar û wêran bike?

Gotinên neyênî wekî qeyd, kelepçe û zincîrên poladîn, zarokên me hêsîr dikin û wan davêjin nava iškefta tenêbûn, xemokî û belengazîyê…

Werin em pesna zarokên xwe bidin û bibin per û baskên wan ya firînê nek qeyd û zincîrên hebsbûyînê…

Edoyê QeydBûyî

 

23-Alîkarîya her kesî bikin û bibin pišta wan. Ne girîng e ku ew li ku hatibin dinê.

Edoyê JiHerDerê

 

Show Your Support For All People. No Matter Where They Were Born

https://www.globalcitizen.org/en/action/show-your-support-for-all-people/

 

24-Eger temenê cîhan( gerdûn) bigihîje çend tirilyon salan, hingî dê kehkešanên cîhanê, tiktenê bimînin û dê tu kehkešan di esmanê da, neyên dîtin!

Sedema vê yekê jî, fenomeneke pir sosret bi navê Vebûn yan berfirehtirbûna cîhanê ye ku tê da kehkešan rojbiroj ji hev dûrtir dibin û meriv hê jî sedema vê yekê baš nizanin.

Edoyê DûrKer

 

25-Bi bawerîya zanîyaran, divê temenê gerstêrkeke dûr- ji- Tavê, herî kêm 3 milyard sal be ku bikare rewša jîyaneke pêšketî di nav xwe da, pêk bîne.

Edoyê SêMilYar