Zanist bi kurdî xweş e -19
Amadekar Edo Makuyî
13-Xelek û bazineya Einstein, numayišeke pir ecêb û kesnedîtî ye ku jiber berbihevçûn û tevgirtina hêza kaša Ronahîyê, pêktê.
Ev heman teorîya nisbîyeta( ligortî) Einstein e ku 100 salan berîya niha hatîye pêšbînîkirin.
Edoyê PêšBînîKor
14-Ligor bawerîya zanîyarên beša jînnasîya li derveyî Erdê, eger gerstêrkek xwedîyê atmosfera tîr( r’en nebe) be hingî dibêtîya hebûna çûkan tê da pir zêde dibe çimku çûk di atmosferên ku tîrtir in da baštir dikarin bifirin.
Edoyê TîrFirOk
15-Dema em dibêjin, cirmeke esmanî ya taybet, di fasileya deqeyek ronahî, ji me da ye, ew tê wateya ku ew di fasileya 18 milyon kîlometreyîya Erdê da ye.
Edoyê DeqeyekDûrîXwe
16-Troposphere nêzîktirîn layeya atmosferî ya Erdê ye ku 99%’a hulma avê di nav xwe da, xweyî kirîye û bi zêdebûna her kîlometre bilindahîyê, germahîya hewa, derdora 6 dereceya Sîlîsyûsan, tê guhertin.
Edoyê HulmBûYî
17-Em bûn Kerê qotek Nanê mîrat……
Em hela jî ne pošman in……?!??
Eger destêm bighê bi çerxa Gerdûn
Ezê pirskim ku ev ça ye û ew ça
Te daye wan hezar naz û te em hîštin belengaz
Te xwîn werkir di nav nan û 2 pîvaz…..
Baba Tahirê Rût
Edoyê Tezî û Cilašil(KOL(e)BER)
18-Mezintirîn šašîya me di pêwendîyê da ev e: em guh nadin ku têbigihîjin û meselê fehm bikin belke em guh didin ku bersivek jê ra bibînin!
Edoyê GuhBelKî