Zanist bi kurdî xweş e -25
Zanist bi kurdî xweş e -25
Dema weşanê: Gelarêzan 6, 2017, 9:01 Dîtin: 501

Amadekar Edo Makuyî

 

6-Nabe Šašîyeke baš, ji dest were berdan.

Belke divê tištên baš jê were fêrbûn!!

Robert Toru Kiyosaki

Edoyê ŠašBaš

 

7-Tom Enders, midûrê gîštîyê Airbus’ê, di civîna teknolojîya dîcîtal ya ku li Mûnîxê da lidarket, da zanîn:

Airbus, dê heya dawîya vê salê, yekemîn nimûneya erebeya xwe ya firok jibo jiholêrakirina pirsgirêka tirafîkên bajarên mezin, bifirîne esman.

Edoyê Firfirok

 

8-Bihêztirîn malhebûna me, zên û hišê me ye.

Eger baš perwerde be

Dikare serwet û samaneke mezin ji me ra bîne.

Robert Kiyosaki

Edoyê Zênê Kesîb

 

9-Tu ku nahêlî yên qešmer, kotî û elewat bikevin mala te, naxwe çima dihêlî bikevin nav fikra te?!!

Edoyê Qešmer

 

10-Xemgîntirîn tišt li cîhanê ew e ku piranîya merivan tenê bi gotina ” ez nikarim” pir pir hêsan, xwe bêkêr, tiral û nešîyaw, dikin……

Edoyê DiKARim

 

11-Hemû sebeb û delîlên ku “Çima Nabe” jibîr bike!

Bawerîya xwe, tenê bi delîla “Çima Dibe” bîne!

Edoyê BelaSebeb

 

12-Hinik caran, xirakirin û hilwešandina piran, ne xirab e, çimku ev yek dibe sebeb ku hûn cardin venegerin cihê ku ji serê ser da, pêwîst nebû hûn nigê xwe bavêjin wûr.

Edoyê HilweŞÎNer