Zanist bi kurdî xweş e -26
Amadekar Edo Makuyî
13- 97% tištên ku hûn jê ra nîgeran û nereht in, tu carî naqewimin!
Rojên xwe jibo van Tu Caran( tištên ku tu caran naqewimin) reš û tebah nekin.
Edoyê HerCarî
14-Xizmê lap lap dûr:
Jîyan, fêrî min kir ku:
Tenê tiršî ye ku bi derbasbûna demê ra, çêdibe!
Tištên din, di heman kêlîyê da, bi dirafan çareser dibin!
Edoyê Me’deTirš
15-Dema xwe bi širovekirinê, heder nedin……
Xelk, tenê tištên ku dixwazin bibihîzin, dibihîzin!!!!
Paulo Coelho
Edoyê Širrr o ve Kerrrr
16-Eger hûn nikaribin di wexta ku hûn xewê da ne, rîyek ji perederxistinê ra bibînin…..,
Naxwe hûnê heya mirina xwe, bixebitin….
Warren Buffett
Edoyê Pîs Razayî
17-Eger hûn ji kesekî/ê hêrs bûn, we jê nefret kir û we dil kir ku telafî bikin, baštirîn rêya tolhildan û heyfvekirinê ew e ku hûn wek wî/ê nebin!
Marcus Aurelius Antoninus
Edoyê NifirKer
18-Eger kesek wisa zanibe ku di jîyana xwe da, tu šašîyek nekirîye
Ew tê wateya ku ew di jîyana xwe da, tu hewlek nedaye.
Albert Einstein
Edoyê Šašo Pašo
19-Tu car ji yên ku li dijî we ne netirsin
Belke ji yên ku bi we ra ne lê qet newêrin vê yekê bêjin we û ditirsin ku wê bînin zimên, xof bikin.
Napoleon
Edoyê BiHecî