Zanist bi kurdî xweş e -28
Zanist bi kurdî xweş e -28
Dema weşanê: Sermawêz 27, 2017, 9:02 Dîtin: 471

Amadekar Edo Makuyî

 

1-Hezar salan di zîndan da bimînim

Di Çe’lan da, di nav mar û dipûškan da bimînim

Li hevrazan berê ašan bikšînim

Li berwaran pezkovîyan biçêrînim

Zivistanan li ser avan bimînim

Ne ku carek yekî EHMEQ bibînim.

Šêxê Axtepî

Edoyê EhMeqHiz

 

2-Eger xelk bi pereyên ku di rîya šer da xerc dikin, erd bikiryana.

Dê buhaya wan erdên ku pê pereyan kirîne, pir pir erzantir ji yên ku bi šer û xwînrijandin bidestxistine, biba.

Benjamin Franklin

Edoyê Bêpere, Bêerd û Šerûr

 

3-Eger tištên baš bikî, tu kes nayne bîra xwe.

Lê eger tištek šaš bikî, tu kes jibîr nake……

Edoyê Qenchez lê timotim šaš

 

4-Siviktirîn madeya ku li cîhanê hatîye dîtin, Aerogel e ku ji Dî Oksîda Sîlîkon( Silicon Dioxide) çêbûye.

Ji sedî 99’ê wê, hewa ye û kêša wê hin sivik e ku hûn dikarin wê li ser gulan daynin û tu xisarek biçûk jî negihînin wan.

Edoyê Sivik lê Bargiran