Zanist bi kurdî xweş e -3
Amadekar Edo Makuyî
11-Ev stêrkê ku hûn li wêneyê dibînin, bileztirîn stêrke ku ji kehkeşana Rîya Kadizê direve.
Stêrka “US708” vaye bi leza 1200 km/s ji kehkeşana me dûr dibe û jê direve.
Edoyê RevOk
12-Keşfa pêwendîya navbera cirm û enerjîyê ya ku ji alîyê Albert Einstein hate îsbatkirin û bikarhanîna wê di çêkirina bombeya Atomî, dişibe wê ku em keşfa Newton ya cazibe û hêza kaşa Erdê bi ketina balafiran va girêbidine hevodin û wî wek sûçdar bibînin.
Edoyê BombelêKetî
13-Tav bi lezeke pir kêm li dora menzûmeya xwe digere û ev yek dibe sedem ku em wê wek dayîre yan gilovereke gulmutîk bibînin.
Eger leza zivirîna Tavê pir pir zêde ba hingî menê wê gunikî bidîta.
Edoyê Gulmutîkê Giloverê Hêdî
14-Eger bîyanîyên pêşketî, bikaribin teorîya nisbîyeta taybet (Einstein) neqz bikin, hingî werin em wisa bidin ber çavan ku ew rabihorîya me biguherin, wek mînak di 10 hezar salan berîya dema me ya niha da, hêrişî me bikin lê bê guman ew nabe çimku ew jî li hember leza ronahîyê teslîm in û çok danîne.
Edoyê ÇokTeslîm
15-Eger hûn li ser Seth yan rûbara Tavê bisekinin hingî hûnê fasileya navbera Makû Heya Xuresanê di 14 deqeyan da, bimeşin.
Edoyê OrtaMakêXuresan
16-Di eslê xwe da, madde vala ye!
Ya ku dibe sedem em wan camid bibînin, ew e ku elektronên wan tiştên camid û yên bedena me, hevodin dahf didin (berdidine hev) loma jî ev camid-dîtin, wek xeyal û tevehummeke vala ye.
Michio Kaku
Edoyê XeyalPûç
17-Eger cîhan, rûpela rojnameyek be:
Amerîka, beşa sîyasîya rojnamê ye
Ewrûpa, beşa Huner û Sporê ye
Afrîqa, beşa pêwîstîyên rojane
Çîn, beşa aborîya wê
Rojhilata Navîn jî beşa Bûyerên xembar, tirajedîk û kujera wê
Edoyê RojNaMeGer