Zanist bi kurdî xweş e -32
Zanist bi kurdî xweş e -32
Dema weşanê: Rêbendan 26, 2018, 9:02 Dîtin: 465

Amadekar Edo Makuyî 

 

1-Tolstoy

Eger tu wek çêlekeke mezin bî, yê Te bidošin.

Eger wek kerek bihêz bî, yê barê giran li pišta te bikin.

Eger wek hespek lezgîn bî, yê sîyarê te bin.

Edoyê çillek û nedîtek……

 

2-Tenê ji fehmkirina te ditirsin…..

Šerîetî

Edoyê ne- fehm….

 

3-Hûn Dest bi xebatê bikin, karîn û šîyana pêkanîna wê dê bixwe were.

Jibo endazyaran, tu korerêyek( bonbest) tine ye, çimku ew yan rîya pêkanîn û çareserkirinê peyda dikin yan jî rîya çareserkirina wê dixuliqînin.

Edoyê mihendizzzzzzzz……

 

4-Jibo ku seg, bigir be û were merivan, wî bi zincîr yan werîsek girêdidin û guhê wî hinik caran jêdikin jî, hingî seg, har û dirrrrrrr dibe……..

Meriv jî çi jin çi mêr wisan e, dema ku ew sînordar dibin û nahêlin ku ew di her warê jîyanê da azad û serbest bin, hingî har dibin û dikevine dor canê hev, qirra hev tînin û koka hev diqelînin……..

Edoyê harodîn, kelepçebûyî û qeydlinig…..

 

5-Gelo we dizanî?!?

Derdora 4200 ol li Cîhanê heye ku

Hinik dibêjin 4199 olên din šaš in

Hiniki jî dibêjin 4200 olên heyî Şaş  in!

Na loooooooooo?!?

Edoyê DînDarOlKer