Zanist bi kurdî xweş e -33
Zanist bi kurdî xweş e -33
Dema weşanê: Adar 8, 2018, 9:01 Dîtin: 530

Amadekar Edo Makuyî

 

6-Jêhatîbûn yanê:

Karîna xwebirojkirina ligor guhertinan.

Stephen Hawking

Edoyê Gêjê Seqetê PapaGenî

 

7-Merivên bedew li her Derî /ê peyda dibin lê fikrên bedew pir dijwar dest dikevin.

Šev, šîv û šiv baš

Edoyê Elewat, Kotî û Şindokê Mêra

 

8-Dema ez zarok bûm, bilbiloq, qilêr û qelšên ser destên kargeran, min dixiste nav fikarên kûr lê gava ez mezin bûm, min têderxist ku nîšanên han nîšana cihê derameda her kesî ne……?!?

Xebat û kara Enîyê timotim kevirpêvazeliqî…..

Edoyê QûnPîne û EnîKîne

 

9-Xwezî kesekî/ê peyda biba û dewsa bombeyan, hin kitêb bibarandana ser Rojhilata Navîn.

Hingî îdî tu kes jibo çûyîna Cinnetê, nediçû šer!

Edoyê Cinnetxwazê Šervan

 

10-Aborîya lawaz û tinebûn, tenê jiber 2 sedemên jêrê pêktên:

Yan Hakim, ehmeq in

Yan Ehmeq bûne Hakim

Šer, Xelayî û bêavî, mehneyên beredayî ne…………!

Winston Churchill 

Edoyê Jar û Perîšan