Zanist bi kurdî xweş e -34
Zanist bi kurdî xweş e -34
Dema weşanê: Adar 27, 2018, 9:01 Dîtin: 499

Amadekar Edo Makuyî 

 

11-Ji Siltanek zalim, pirs kirin: Tu çi dixwî? Wî got: Goštê millet.

Jê pirsîn: Tu çi vedixwî? Wî got: Xwîna Millet.

Jê ra gotin: Tu çi li xwe dikî? Wî got: Postê Millet.

Jê pirskirin: Tu vana ji ku tînî?

Wî got: Ji nezanîya millet.

Jê ra gotin: Tu çawa û li ku wê nezantîyê xweyî dikî?

Wî li wan zivirand : Di sandiqeke zêrîn bi navê “Miqeddesatê” da

Jê pirsîn: Tu vê sandiqê çawa diparêzî?

Wî lê vegerand: Bi rîya Xurafat û bawerên beredayî.

Oldarîya ku bi vexwarina av di ber çavan da, dikeve xeterê lê bi xwarina heqqê xelkê, tu tišt pê nayê û xema wê jî nîne, oldarî nîne, belke xapxapokek e jibo xelkê û ni’metek e jibo Hinik nemerivan!!!

Edoyê Beredayî û Bêbawer

 

12-Jin hewl didin ku bibin wek mêran!

Çi hewleke bêwate û nelirê ye wekhevî bi mêrên ku dinya kirine qada šer û pevçûn û kilîta teqandina cîhan jî di destê wan da ye.

Wiha nabe!

Divê em fikrek din bikin…..

Ya baš ew e ku

Mêr, hewl bidin

Ku bibin wek Jinan!

Wekhevî bi jinên ku di hemû ševên šerên dîrokî da bi xeyala ašitîyê, razane…..!

Šahîn Canpak

Edoyê Serjinikê Qašo Mêr