Zanist bi kurdî xweş e -39
Amadekar Edo Makuyî
Lê encama vê qanûna balkêş û pir girîng, çî ye:
Dema ku sêvek dikare bi mizdanek biçûk, were guhertin, ev yek tê vê
wateyê, dema ku em zarokên xwe didin hembêza xwe û wan radimûsin yan
dema ku em hevsera xwe dibaxşînin(Lêborîn)……. yan dema ku em
cîrana xwe ra didin xeberan û dema ku em destê xwe dixurînin, ya rast
ew e ku em fermana zincîreyî û pevgrêdayî ya guhertinan, didin cîhana
derdora xwe. Her raman û dîtinek ku ji mejiyê me derbas dibe, hin
elektronên nava gerdûnê, dihejhejîne, murteiş dike û dibe sedema
guhertina wan.
Ne ku, raman, tenê li ser maddeyê bandorê daydide belke raman, madde
bixwe ye jî.
Xem û xeyal, min xemgîn dike û ev, mezintirîn şaşî ye ku diqewime.
Xem û fikar, divê me hişyartir bike çimku dema ku em birîndar dibin,
em hişyartir û baldartir dibin. Xem û xeyal, nabe ku bibe sebeba
zêdetirbûna belengaziyan. Loma jî, êşê tehemmul nekin belke wê fehm
bikin…. Çimku êşkişandin firseteke jibo hişyartirbûnê.(felsefeya
Bûda)
Eger we qenciyek li kesek kir û we xirabî jê dît, ji qencîkirin û
dilrehmiyê, bêhêvî nebin û dev jê bernedin, çimku hûnê dewsa wê, ji
keseke din, di pêwendiyeke din û di mijareke din da, bersiva qenciya
xwe bibînin.
Loma dibêjin ku Zanist, mijarên felsefî yên ceribandî, erê dike. Çimku
bi baweriya fîlozof û felsefevanan, li dinyayê her tişt grêdayî hev
in………
Hemû enerjiyên ku ji we difûre û dipeke derve, ewê li we vegerin.
Esla Terda Pauli
Qayîdeya Pauli yan Qayîdeya nemumkin yan Esla Berdana Pauli, esleke
Mekanîka Kuwantomê ye ku Wolfgang Ernst Pauli, fîzîkzanê Otrîşî /
Sûwîsrayî di sala 1925’an da, wê weşand. Ev qayîdeya pir pir grîng,
dibêje: di sîstemeke kuwantomî da 2 yan çend Fermion’ên wekhev(wek
mînak: 2 Elektron) nikarin di demekê da xwedî haleta kuwantomî ya
wekhev bibin. Jibo elektronên etomekê, ev esl dibêje ku 4 jimareya
kuwantomî, ya tu 2 elektronekê, wekhev nîne, ev jî tê vê wateyê ku wek
mînak eger l, n û ml’a 2 elektronan, wek hev bin, hingî divê ms jibo
wan herd elektronan, cihê û newekhev bibe(Ev jî tê vê wateyê ku 2
elektron, dê xwedî Spin’ên muxalif bibin).
Riataza