Zanist bi kurdî xweş e -4
Zanist bi kurdî xweş e -4
Dema weşanê: Adar 9, 2017, 9:05 Dîtin: 532

Amadekar Edo Makuyî 

 

18-Eger Dirêjahîya Pêlên Ronahî yên ku ji kehkeşanên pir ji me dûr, tên wergirtin, 3% berfirehtir werin xûyan, naxwe gerdûn aniha 3% mezintire ji dema pekyana Ronahî ji wan kehkeşanan!

Pîvana veguhestina ber bi Sor, nîşanderê mezinahîya vebûn û berfirehbûna gerdûnê ye.

Edoyê BerFireh

 

19-Eger nefreta we, bikare bibe elektrîsîte, ewê karibe hemû cîhanê vêxîne û ronî bike….

Nikola Tesla (1856-1943)

20-Ligor teorîyeke zanistî û bi mihasibeya mezinahîya vebûn û berfirehbûna( inbisat) Cîhanê, tê texmînkirin ku cîhan dê 21 milyard salên din, ji holê rabe û hingî dê enerjîya tarî ya gûşîyên kehkeşanan, hêlmêl bibe û wê hetahetayê vemire û ji holê rabe.

Edoyê Taromar û HêlMêl

 

21-Foton, zerreyên pir pir nisbî (ligor û li ser esasa tiştên din) ne û mumkine ku temenê wan tenê bi qasî kêlîyek bin, lê heman dema pir pir kurt, dibe ku ji bo me bi qasî çend milyard salan yan çend sed milyon caran ji temenê Cîhanê jî, zêdetir were Zanîn!

Edoyê EmirDirêj lê KurtZan

 

22-Tu pirsgirêk, ji heman seth û rîya ku çêbûye, naye çareserkirin, gerek em fêr bibin ku dîtina xwe ya li ser cîhanê biguherînin.

Edoyê GuhertOk

 

23-Qotra Kehkişana Rîya Kadizê, 100 heya 120 hezar sala Ronahî ye û Menzûmeya Tavî di nuqteyeke wê kehkeşanê da ye ku eger ji kêleka wê va li Erdê were mêze kirin, hingî dê  30 hezar salan berîya wê were dîtin.

Edoyê Kesnedîtî