Zanist bi kurdî xweş e -5
Zanist bi kurdî xweş e -5
Dema weşanê: Adar 21, 2017, 9:10 Dîtin: 503

Amadekar Edo Makuyî

 

1-Eger hûn di dirêjahîya ševê da, jibo dîtina Tavê, bigirîn hingî hûnê lezzeta dîtina stêrkan jî, ji destê xwe berdin!

 

Di her dewreke jîyana xwe da, hêza dîtina xwe bidest bixin.

 

Edoyê ŠevKor

 

2-Hindî, ji çêlek, ga û golikan ra, rêz û hurmet dêdidin, ez jî bawerîya wan ra, lê eger gayên wan min bide ber siroyên xwe, hingî nek ez rêzê jê nagirim belke ezê siroyên wan jî biškînim.

 

Charles Bokowski

 

Edoyê GaRêz û SiroHez

 

3-Mala Tony Perkins, rêberê bizava anti-LGBT( dijî Lezbîyen, homoseksuwel û hwd) ku di piranîya hevpeyvîn û xeberdanên xwe da, gelek caran gotibû: Xudê, dê kevir bibarîne (karesat û bûyerên xwezayî yên wek lehî û erdhej)ser merivên xirab û alîkarên wan, bi lehîyê wêran bû!

 

Edoyê XirAb

 

4-Dema ku cismên fezayî, nêzîkê Rešçalan dibin, hingî hereketa wan hêdîtir tê dîtin.

 

Ronahîya ku ji cismên nêzîkê Rešçalan tê dîtin jiber hewldayîna wan jibo revîn ji hêza Kaša rešçalên ku dirêjahîya pêlên wan zêdetir û ferekansên wan kêmtire ye.

 

Edoyê PêlDirêj

 

5-Eger hûn li ser Merîxê bijîn hingî dê jiber tinebûna Hêza Kaš ( gravity), welidandin û zarokanîn pir pir dijwar be.

 

Li wûr jî hûnê karibin Telegram’ê bikar bînin lê jibo šandina peyama we ya ber bi Erdê ra, 20 deqe pêwîst e.

 

Edoyê TelPêWîst

 

6-Fezager bi mayîna xwe ya 6 mehan ya li fezayê, dikarin emrê xwe bi qasî 0.007 sanîyeyê zêde bikin lêbelê hin nîšaneyên kalbûn û pîrbûna zûtir-ji-dema-xwe, li bedena wan rûdide ku sedema wan tinebûna Hêza Kaša Erdê li fezayê ye.

 

Edoyê ZûKalBûyî