Zanist bi kurdî xweş e -7
Zanist bi kurdî xweş e -7
Dema weşanê: Nîsan 11, 2017, 9:05 Dîtin: 492

Amadekar Edo Makuyî

13-Cîhana me ji hêç çêbûye lê  hêçeke pir cîyawaz ji ya nav xelkê.

 

Di zanista Fîzîkê da, hêç naye wateya tinebûn û edemê.

Edoyê EdEm

 

14-Teorîya Nisbîyeta Einstein ku bi gelek azmayišên curbecur, hatîye isbatkirinê, nîšan dide ku tu kes nikare fezayê biçemîne bê ew ku bi demê ra rûbirû nebe.

Loma jî dem, yekalî ye.

Edoyê HerAlî

 

15-Sedema pir pir terikîbûna( mezinbûna zêde) Tav û stêrkan vedigere ser lawazî û bêhêzbûna herî zêde ya hêza kašê( gravity).

 

Eger hêza kaš, bihêztir biba dê hejmara atomên pêwîst jibo pêkhanîna stêrkek, bi milyonan car, kêmtir ji yên niha ba.

Edoyê KašKašOk

 

16-Eger rojek were ku hiš û mejîya candarên derveyî-Erdê(E.T.the Extra-Terrstial) hin pêš bikevin ku bikarin me peyda bikin hingî dê pêwîstîya wan bi reservên madenî û serwet û samanên Erdê nebe çimku di gerdûnê da bi milyaran gerstêrk hene ku dagirtî ne ji mevadên madenî lê vikîvala ne û tu ništecihên wan jî tine ne.

Edoyê VikîVala û XiroXalî

 

17-Eger çirîya Tavê, 70%’ê çigalîya wê ya niha ba û di okyanûsa Aram da jî cî biba, hingî dê li ser avê bima, dê tê ra neçûya û noqî avê nebûya.

Edoyê SerAvê-Xeniqî

 

18-Çigalî( çirî yan baristeya) Tava ku pir pir terikî ye, tenê 30% baristeya Erdê ye!

 

Ev yek jî pir ecêb nîne çimku Goga Erdê, cismek req û berk e lêbelê Tav dagirtîye ji gazên sivik yên wek Hydrogen û Helium!

Edoyê DaGirtÎ