Zanist bi kurdî xweş e – 8
Zanist bi kurdî xweş e – 8
Dema weşanê: Nîsan 17, 2017, 9:19 Dîtin: 530

Amadekar Edo Makuyî

 

19-Šev ez kena qirrrrrrr bûm

Min dengê romanê ( beša sisya) guh dida, ka çi lê hatîye, nebêje Vîna jî rind guhê xwe didêda….

Vîna wisa dizanî ku ez behsa jîyana xwe dikim….?!?

Hat rûyê min, ez paç kirim….

Got: bavoooo, tu yekemîn Šivanê malbatê yî….?!?

Te çima dêbavê xwe ra( kalo û pîrê) nan nedixwar, te çima tenê dixwar…..?!??

Vîna, min layiqê Šivantîyê dîtîye….. ditirsim wisa pêšda here, îddîaya Pêyqumberîyê bikim……?!??

Pašê min Vîna ra got: bavooooo, eva romana Šivanê Kurda ye nek jîyana min……

Helbet piranîya Kurdan Berê Šivan bûne û Gur jî Dijminê seyê wan, pezê wan, ew bixwe û hinik car jî Kerê wan bûye……?!?

Belengazî, birçîbûn, nanê Tisî, kartol û bermayîya xwarina Molokan, para wan bûye…….?!?

 

20-Ev wêneya širovekirina teorîya nisbîyeta taybet e.

Jiber ku Šemendefir( tirên) bi leza pir pir zêde diherike loma jî dema hindir û derveyî wê, ne wek hev in.

Keça ku hûn li nav tirênê dibînin, vaye li dema bê yan pašerojê dinêre!

Edoyê TIRên Šidyayî

 

21-Qotra (nîvker) Biçûktirîn Rešçala cîhanê, derdora 18 km û xwedîyê cirma ( baristeya) 3 qasî ya Tavê ye û mezintirînê wan jî qotrayî 6 milyard km e û cirma wê jî yek milyard carî ji ya Tavê mezintir e.

Edoyê NîvKer

 

22-Biçûktirîn kehkešanên (Galaxy) cîhanê, xwedîyê berahîya çend sed salên Ronahî û bi milyonan stêrk in.

Bera Mezintirînên wan jî, 3 milyon sala Ronahîyê ye û ji zêdetir ji 100 hezar milyard stêrkan pêkhatine.

Edoyê BerFireh û DaGirtî

 

23-Ronahî, hemahema tu sîbera wê tine ye.

Yanê eger hûn çopka firingîyê(gûgird)yan jî hesteyek ( çexmax) vêketî, li kêleka dîwarekê daynin, hingî hûnê hema çopik û hesteyê bibînin nek sîbera alavên wan û tu nîšan ji wêneya sîbera Ronahîya liser dîwêr tine ye.

Edoyê SîBerAlav