Zanist bi kurdî xweş e -9
Zanist bi kurdî xweş e -9
Dema weşanê: Gulan 3, 2017, 9:05 Dîtin: 509

Amadekar: Edo Makuyî 

1-Gelo we dizanî ku mûzîka harmonîk, dibe sedema kêmbûna fealîyetên esebî yên mejîya we?

Jiber vê yekê ye ku hûn dikarin di dema guhdarîya mûzîkê da, pir pir baš û bi zelalî bifikirin.

Edoyê MûZîkHez

 

2-Ligor lêkolînên zanistî, kesên ku bi 2 zimanan dizanin û pê xeber didin, baštir ji yên tekzimanî dikarin meseleyên ku hišê merivan tevlihev dikin, jibîr bikin.

Herwiha mejîya wan jî bi gîštî, ji xelkên din baštir e.

Edoyê HišBaš

 

3-Baštirîn rê jibo ašitî û aramîya domdar, amadebûn jibo šer e!

George Washington ( Yekem serokkomarê Amerîkayê)

Edoyê AmadeBaš

 

4-Leza Bayên Ku timotim ji rûbera Tavê ber bi derva, dipekin, 470 kîlometre di sanîyeyekê da ne û di menzûmeya Tavî da, ji kêleka vedora Erdê va, derbas dibin û ber bi cihên din diherikin.

Edoyê BaGerDer

https://en.m.wikipedia.org/wiki/Solar_wind

 

5-Temendirêjtirîn( pîrtirîn) Rešçalên kešfbûyî ya cîhanê, emrê wê 13 milyard sal e û cirma wê 2 milyar qasî ya Tavê ye.

Çêbûna wê vedigere serdema Big Bang’ê û ew hê jî mijûlî daqurtandina kehkešanên( galaxy) derdora xwe ye.

Edoyê DaQurtanDî

http://news.nationalgeographic.com/2015/02/140225-black-hole-big-science-space/

 

6-Aeschylus, ku wek bavê trajedîyê tê nasîn, trajedînivîsê Yewnan e ku di sala 457’ê berîya zayînê da, bi šêwazeke pir pir ecêb, çû ser dilovanîya xwe.

Eyloyek ku kusîyek nêçîr kiribû û dil hebû wê bavêje ser kevirekî ku ew biškê, serê Aeschylusê rût û tazî, bi šašî wek kevirek dibîne û kusîya xwe ji bilindahîyeke zef mezin, davêje ser wî ku kusî biškê.

Edoyê SerKevir

https://en.m.wikipedia.org/wiki/Aeschylus